Zarok ji bo zimanê xwe, Zarok TV dixwazin

Zarokên Kurdistaniyên ku li çar hêlên cîhanê belav bûne, dixwazin bi ziman û çanda xwe mezin bibin û ji ber girtina Zarok TV ya ji hêla dewleta Tirk çalakiyên cur bi cur li dar dixin.

Ji ber girtina Zarok TV, zarokên ku li bajarê Soderhamn a 250 kîlometre dikeve bakurê Stockholma paytexta welatê Swêdê, îro li Komeleya Kurdî ya bajêr kom bûn û ji bo ji nû ve ZAROK TV vebibe, bi yek dengî qêriyan. Zarokan dowîzên, “hûn nikarin dengê me bibirin, em televizyona xwe paşde dixwazin”, “zimanê min, pêşeroja min e” bilind kirin.

Zarokan herî dawî bi bi yek dengî gotin;  “Em Zarok TV Dixwazin, Zarok TV Zimanê me ye.”

...