Zanyarê dîn Tiryakî: Erdogan bi dînê me yê paqij dixapîne

Zanyarê dîn Abdulbarî Tiryakî got AKP Îslamê bi kar tîne û pê siyasetê dike û li dij vê helwest nîşan da, ‘’Erdogan mirovan bi dînê me yê paqij dixapîne. Li dijî vê divê êdî em şiyar bin.’’

Zanyarên dîn gotin dîn dikine amûra siyasetê, AKP ji bo ku ser dirûtiya xwe û kirinên nebaş binixumîne dîn bi kar tîne. Zanyarê dîn Abdulbarî Tiryakî got dîn ne amûreke wiha ye ku pê gemariyên xwe binuxumînin û got, êdî kes nema guh dide van lîstikên AKP’ê.

 ‘BIRATÎ BI DEREWAN NABE’

Tiryakî li ser hilbijartina 24’ê Hezîranê got AKP 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê bi dek û dolaban hilbijartin bi ser xistiye û domand: ‘’Li Sûrî, Iraq, Îran û Tirkiyê têkoşîneke Kurdan heye. Weke hemû gelan, mafê Kurdan jî heye. Her kes dibêje, ‘’Kurd birayên me ne’ lê hemû derewan dikin. Biratî bi derewan nabe. Biratiya mîn ya mar û rovî nabe.’’

‘ERDOGAN GUNEHAN DIKE’

Tiryakî rexne li desthilata 16 salan AKP’ê anî û got: ‘’Ji niha û vir de zilm û zordariya li ser gel nema dikarin bidomînin. Dînê îslamê dînekî wiha ye ku mafê her tiştî tê de heye. Ne tenê yê mirovan, ê hemû celebên zindiyan. Mînak di dînê Îslamê de bi guleya ku pê beraz tê kuştin kew nayên kuştin, heram e. Ji ber ku, heke tu bi guleya ku pê berêz dikujin li kewê bixî wê parçe bibe.

Erdogan ê ku pir behsa dîn dike her roj gunehan dike. Li dijî kesên ku tenê çeka ferdî heye bi bombe û tanka û balafiran diçe. Tê Amedê û dibêje, HDP bajaran û mizgeftan dişewitîne. Ev derew e. Weke ku ne bes be ku bi balafir û bombeyan êrîşê tîne niha jî xwe li derewan digire. Dibêje, ‘HDP’ê bajar hilweşandin.’’

LI BARA DEREWÊN ERDOGAN DIVÊ EM TIM ŞIYAR BIN

Tiryakî got, hemû hikûmetên Tirk gotine mafê Kurdan heye lê heta niha ti yekê ji wan gaveke neavêtiye û domand, ‘’Suleyman Demîrel, Bulent Ecevît, Mesût, hemûyan gotin ‘mafê Kurdan heye’ lê em xapandin’’

Niha jî ev Erdogan, ê ku ji çav re Misilman e û mala me xira kirî dibêje, ‘’Heqê Kurdan heq e. Meseleya min e jî. Divê her kes bi rabirduya xw re hevrû bibe’’. Lê herî pir wî ziyan da Kurdan. Got, ‘beriya me zilm li Kurdan, Ermenan kirine, qira wan anîne’ lê komkujiyên herî mezin wî li ser Kurdan kir. Kî tê me dixapîne lê Erdogan bi dînê me yê paqij me dixapîne. Li djî vê divê êdî em şiyar bin.’’

‘LI NAV HDP’Ê GELEK TEMSÎLÎYET HENE’

Tiryakî bal kişande ser pirrengiya nasnameyî ya HDP’ê û got, ‘’Di nav HDP’ê de Ermen, Asûr, Êzîdî, Tirk, Çerkez, Kurd û gelek nasname hene.’’

Tiryakî herî dawî got, ew bawer dike ku li Êlihê 5 û li Amedê wê 12 parlamenter derkevin û bi giştî jî 100 parlamenter wê ji HDP’ê derkevin.