Zagona xadimê tê rojeva Meclisa Tirk

Zagona xadimê tê rojeva Meclisa Tirk

Di rojên pêş me de dê pêşnûme zagona sûcdarên tecawizê û pedofîlê yên li Tirkiyeyê bibin xadim tê rojeva Meclisa Tirk.

Di sala 2010’an de pêşniyara Tenduristiya Pirbûnê û Pêşnûme Zagona Îstîsmara Zarokan hatibû rojevê, şeklê wê yê dawî didinê û dê bişînin Lijneya Giştî. Li gorî zagonê dê komîsyonekî ku ji aliyê Wezareta Tenduristî û hekîman ve tê avakirin dê biryara mudaxeleya tibî û psîkolojîk ya sûcdarên tecawizê bike.

Li gorî zagonê ji bo kesekê pêkanîna xadim û tibî were kirin pêwîste ji carekê zêdetir sûc kiribe. Di çarçoveya pêkanîna tibî de destûr heye ku mudaxeleyê hormonên sûcdarê tecawizê bikin û wî bikin xadim.

Beriya vê dema ku zagon anîbûn rojevê di raya giştî de pir hatibû nîqaşkirin, hikumeta AKP’ê jî zagon bi pêkanîna welatên rojavayî parastibû.

Di serî de li Almanya û gelek welatên din ji bo sûcdarên tecawiz û pedofîlê, weke xadimiyê mudaxeleyên tibî çêdibin. Ji bo ev pêkanîn pêkbê, pêwîste were tespîtkirin ku daxwaza zayendî rê li ber texrîbata psîkolojîk vekiribe.