Yurtsever: Wê dawiya AKP’ê darizandin be
Sekretera Şûbeya ÎHD’ê ya Stenbolê Yurtsever got, Serokwezîra berê Tansû Çîller divê hesabê kuştinên kiryar nediyar bide.
Sekretera Şûbeya ÎHD’ê ya Stenbolê Yurtsever got, Serokwezîra berê Tansû Çîller divê hesabê kuştinên kiryar nediyar bide.
Yurtever got, weke ku di dîrokê de bûyî, AKP wê ji ber zilma xwe teqez hesab bide.
Sekretera Şûbeya Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Leman Yurtsever ji ANF’ê re axivî û got Çiller dema ku serokwezîr bû 748 mirov di binçavan de hatine windakirin, bal kişande ser wê ku bi hezaran kuştinên kiryarên wan diyar çêbûne û got cihe Çîller ne divê ne li protokola bîranîna be lê li dadgehan li ser kursiyê bersûc be. Yurtser got Çîller li bajarên Kurdistanê xwîn daye rijandin û got: ‘’Li Kurdistanê mal hatin hilweşandin, gund hatin valakirin, mirov hatin kuştin û revandin. Û Tansû Çîller di wê demê de bi van kirinên xwe bi xwe serbilind bû û vekirî diyar kir ku wê ev tişt li ser navê dewletê kirine.’’
‘NÎŞANEYA WÊ YE KU AKP DILSOZÊ DEWLETA KÛR E’
Yurtsever got ‘Çîller dîtbariya dewleta kûr e, Torosên spî bi bîr dixe’ û got keseke wiha ku li dijî mirovahiyê sûc kiriye li şûna ku were darizandin hê jî di protokolên dewletê de cih girtibe,ev tê wê maneyê ku tê parastin. Yurtsever destnîşan kir ku ev wêne her wiha nîşaneya wê ye ku hikûmeta AKP’ê dilsozê dewleta kûr e û wiha domand: ‘’Ev wêne nîşana têkiliya AKP’ê ya bi xwediyên Torosan re ye ku AKP’ê digot, ‘me serdema Torosê spî qedandin’’. Yurtsever diyar kir piştî ku maseya çareseriyê hate rakirin hikûmet bi dewleta kûr re li hev hatiye û got, dijminatiya wan a berê ji ber sedema hesabdîtina navxweyî ye û di rewşa berdest de li heman cihî li hev hatine. Yurtsever diyar kir di hesabdîtina navxweyî de fatore tim li sosyalîst, Kurd û muxalîfan hatiye birîn û got, krîza bi FETO re jî bû sedem ku bi sed hezaran mirov ji kar û barê xwe bibin, werin girtin û zilm li ser wan bibe.
‘WÊ AQÛBETA AKP’Ê JÎ NE CUDATIR BE’
Yurtsever got lihevkirina AKP û dewleta kûr wê zêde ne temendirêj be û rojekê teqez tiştên ku têne jiyîn wê berevajî bibe. Yurtsever got weke ku di dîrokê de mînakên wê gelek hatine dîtin, ên zilimkar teqez wê werin darizandin û got kirinên AKP’ê ji salên 1980’î jî derbas kirine, serdema Kenan Evren çawa ku di rûpelên tarî yên dîrokê de cihê xwe girtibe, desthilatdariya AKP’ê jî wê bi heman aqûbetê be.