Desteya Rêveberiya Navendî (DRN) ya Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) têkildarî kuştina 4 Kurdên li Geverê ya Colemergê ya bi destê polîsan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
‘’Îro sibehê li sûka navendî ya Geverê wesayiteke zirxî ya polîsan welatî ji serê wan hedef girtine, 4 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane, yek jê zarok 2 welatî bi giranî birîndar bûne. Ji bo ku kesên ku jiyana xwe ji dest dana rehma Xwedê, ji malbatan re sersaxî û birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.
Di hevdîtina bi Walitiya Colemergê re hatiye gotin, polîsekî bi ferdî tevgeriyaye û ji ber arizeya teknîkî ya çeka wesayita zirxî rewşa heyî derketiye holê û polîs hatiye binçavkirin.
Reşandina li welatiyên me provakasyoneke mezin û vekirî ye. Ev rewş bi qasî weke ‘tevgereke ferdî’ nikaribe were vegotin bûyereke mezin e.
Hikûmeta ku li hundir polîtîkaya Rewşa Awarte û li der ve jî polîtîkaya dagirkeriyê didomîne, li şûna ku bi darbekarên nû û berê re têkoşînê bike, avaniyên dewleta kûr a berê bi xwe ve girêdide û ne girêdayî yasayan lê girêdayî qesrê dixebitin, ev di demeke nêz de li Cizîrê derkete holê.’
‘PLANA TÊKBIRINÊ TÊ MEŞANDIN’
Di daxuyaniyê de hate gotin, komkujiya îro berdewama polîtîkayên qirkina sivîlan e û ji şûnwarkirinê ye ku di dema ‘qedexeyên derketinê‘ de hatibû kirin. Hatiye fêhmkirin ku di civîna berfireh a Enqerê de ku bi waliyên 22 bajaran re hate kirin û di civîna dawî ya Desteya Ewlekariya Millî (MGK) de, ‘Plana Têkbirinê’ hatiye revîzekirin û dixwazin pêk bînin. Ji vê hêlê ve ev bêhtir kuştin, êş û girî ye. Komkujiya ku îro hatiye kirin metirsiya ku derbasî rejîma înfaza hişkere bûne zêdetir dike. Ev provakaasyon rasterast gel dike hedef.’’
HDP’ê xwest kesên ku di komkujiyê de berpirsyariya wan heye, her wiha sazî û dezgehên ku xwedî berpirsyar in jî kêlî beriya kêliyekê derkevin ber darazê, komkujî bi hemû zelaliya xwe were ronîkirin û dawî li provakasyonên bi ser gel de were anîn.’’