Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgehn Yuksekdag ji ber axaftina xwe ya Newrozê ya li bînahiya HDP’ê ya Akdenîzê ya 2016’an ku gotibû; ‘’Ji bo daxwazên xwe yên dîktatoriyê pêk bînin Qesr van êrîşan bi ser me de tîne. Em ê vê daxwaza wan asteng bikin.’’ tê darizandin. Yuksekdag ji ber vê gotina xwe, bi sûcdariya ku ‘Heqarte li Serokkomar’’ kiriye li 7.Dadgeha Cezayê Giran a Asliyeyê bi SEGBÎS’ê îfade da.
PARASTINA YUKSEKDAG
Yuksekdag di îfadeya xwe de wiha got: ‘’Desthilatdariya siyasî welat ber bi krîzê ve biriye. Berdêla vê krîzê em ne weke ceza lê weke peywirekê dibînin. Ji ber raman û siyaseta xwe ku em di girtîgehê de bin ev ji bo me rûmetek e.’’
Yuksekdag bi berdewamî got:‘’Hûn ji ew qas dozên li ser min ceza bidin min jî ez ê bi şerefa xwe cezayê xwe bixwim lê ez ji gotinên xwe nayêm xwarê. Gotina van tiştan heqê min ê sereke ye. Dema ku mirov li îdîayên ku hêla dozdar dinare ti çarçoweyeke pêbawer nîn e. Nikarin tiştekî tê de bi cih bikin. Çi dixwazin bila bikin, her dozek heta bi deverekê dikare were werimandin. Roj bi bêjingê nayê veşartin. Nehatiye veşartin jî. Em li bendê de ku aqil sazkar bibe. Em weke HDP’ê ji bo aştiya vî welatî tişta ku ji destê me hat me kir û em ê bikin jî. Me gavên girîng avêtin. Me karên serketî kirin. Ku hiştibana me yên karên bêhtir jî bikirana. Lê ji bo ku desthilatdariya xwe li ser piyan bihêlin ev zilm layiqî gel dîtin. Ev vê dozê ya bi vî rengî li min vekirine ji bo xwe weke heqaretekê dibînim. Ez ê îro dîsa bibêjim. Lê vekirina vê dozê heqaret e. Heqaret êrîşa bi ser mafê jiyana me ya taybet de ye û ev doz e ku yên êrîş bi ser me de anîne vekirine. Îro hê jî em dikarin ji bo Tirkiyê tiştinan bikin. Lê rêveberên Tirkiyê dive êqil sazkar bikin.’’