Yuksekdag: Em hîn bi xurtî tên

Yuksekdag ji AKP'ê re got, "Hûn çiqasî êrîş bikin û hewl bidin tine bikin, em ê hîn bi xurtî bên. Hûn çiqasî êrîş bikin, em ê mezintir bibin."

Yuksekdag di axaftina xwe ya li Kongreya HDP'ê ya Bajarê Edeneyê de bal kişand ser wehşeta AKP'ê û got, "Di nava tarîtiyê de ronahiyek mîna HDP'ê heye." Yuksekdag ji AKP'ê re got, "Hûn çiqasî êrîş bikin û hewl bidin tine bikin, em ê hîn bi xurtî bên. Hûn çiqasî êrîş bikin, em ê mezintir bibin."

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, 1. kongreya xwe ya awarte bi beşdariya Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag li Şîrîn Muzîkholê lidar xist.

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, Hevşaredarên Akdenîzê Yuksel Mûtlû û Mehmet Fazil Turk, rêveberên DÎSK, HDK, MEYADER, KJA, DEM-GENÇ, KESK, Daykên Aştiyê, rêveberên TUHAD-FED'ê û bi hezaran HDP'yî tevlî bûn.

Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû, ku ji bo serokatiya dîwanê hat hilbijartin, axaftina vekirinê kir. Mûtlû mirovên di komkujiyên Helebçe û Gazî de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û destnîşan kir, ku jin wê hevjiyan û azadiyê ava bikin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li kongreyê axivî û bibîr xist, ku wan bi hilweşandina benda hilbijartinê re cihê xwe di Meclîsê de girtine. Yuksekdag da xuyakirin, ku ew bi konsepta şer û zexta siyasetî ya AKP'ê re rû bi rû ne.

GEFA DESTNEDANÊ

Yuksekdag li ser nîqaşên derbarê rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê de got, "Dibêjin ku ew ê destnedanên me rakin. Gelo wekîlên HDP'yî bi zirxê destnedanê hatin vê derê? Ew bi xwe tirsonek in. Bêyî destnedanê ew nikarin gavekê jî bavêjin. Nikarin gotinekê jî bilêv bikin. Hûn bixwazin jî nexwazin jî wê gelên Tirkiyeyê her li wê Meclîsê hebin. Gelê li pêşberî we êdî rêxistinbûyî, zane û xurt e. Bêyî ku pişta xwe bispêre cihekî, bi keda xwe destketî qezenc kirine."

Yuksekdag diyar kir, ku pêwîstiya wan bi destnedanê nîne û got, "Fermo bila destnedana hemû parlamenteran bê rakirin. Bila fezlekeyên me hemûyan bikevin rojevê. Wê her kes bibîne bê kî, ji ber çi were darizandin. Darizandina fezlekeyên li ser dizî û bertîlê, ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hatiye astengkirin. Em êdî ji vê gefa we têr in. HDP duh jî hebû. Îro jî heye. Wê sibe jî hebe. Lê cihê wan wê di siberoja Tirkiyeyê de nebe. Pêwîste bê zanîn ku HDP pêşeroja Tirkiyeyê ye û bi vê bîr û baweriyê kar bê meşandin."

'DAIŞ XWE LI VÊ XAKÊ BI RÊXISTIN DIKE'

Yuksekdag polîtîkaya AKP'ê ya Sûriyeyê, ku têk çûye û hevkariya AKP'ê ya bi DAIŞ'ê re nirxand: "Li holê desthilatdariyeke siyasî heye, ku ji bo Kurd nebe cîran, ji Edene heta Hatayê hebûna DAIŞ'ê weke cîran qebûl kiriye. Edene cihekî ku DAIŞ xwe jê xwedî dike ye. Eger em li kolanên vî bajarî meşekê lidar bixin, wê êrîşî me bikin, me binçav bikin û bigirin. Lê belê DAIŞ dikare li vê xakê xwe perwerde bike, xwe bi rêxistin bike. Eger em dixwazin di nava vê tarîtiyê de pêşeroja xwe qezenc bikin, divê em li hemberî yên dixwazin pêşeroja me bidizin, li ber xwe bidin. Bila ev tarîtî ti carî nava gelên Tirkiyeyê tarî neke, hêviyên wan neşikîne. Di nava vê tarîtiyê de ronahiyek mîna HDP'ê heye."

'KOMARA DEMOKRATÎK WÊ BI XWERÊVEBERIYAN RE PÊK WERE'

Yuksekdag bal kişand ser zîhniyetê qetlîamker ê dewleta Tirk û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li Qamişloyê Kurd, li Gaziyê Elewî hatin qetilkirin. Di sala 1995'an de li taxa Gazî desthilatdariya wê demê Elewî qetil kir. Ji qetlîamkerên wê demê re niha zirxa destnedanê hatiye dayîn. Ew qetlîamker îro bûne hêz û yekîneya şerê taybet a Qesrê. Hêzên kontr-gerîla yên duh Komkujiya Gazî kirin, navê Yavûz Sûltan Selîm li pira 3. kirin û bi vî rengî dijminatiyê li hesasiyetên civaka Elewî dikin. Weke HDP'ê, ne li ser dijminatiyê em pêşniyar dikin ku li ser aştî û demokrasiyê siyaset bê meşandin, jiyaneke nû were avakirin. Em gelekî baş dizanin ku avakirina Komara Demokratîk bi demokrasiya xwecihî û xwerêveberiyan re dibe. Destûra Bingehîn eger tê de demokrasî nebe, ew destûra bingehîn ne nû ye û wê ti carî nû jî nebe."

'EM Ê HÎN BI XURTÎ BÊN'

Di dawiya axaftina xwe de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag got, "Dibe ku di nava vê wehşetê de sivîl, extiyar qetil kirin. Qetilkirin ji bo wê artêşê ne zehmet e. Pirsgirêk ew e ku desthilatdariya siyasî vê yekê weke serketinê pêşkêş dike. Navê 'serketinê' li qetilkirinê dike. Pirsgirêk ev e. Gelo bi qetilkirin, bi hilweşandin û şewitandinê re siyaset tê kirin? Dema siyaseta şer êdî bihurî ye. Li hemberî her şêwe qedexe û hewldanên tinekirinê em ê bi xurtî bên. Em bi xurtî tên. Çiqasî êrîş bikin, em ê mezintir bibin. Hûn çiqasî hewl bidin me tine bikin, em ê hîn bêhtir di navenda siyasetê de bin. HDP îro navenda yekane ya siyasetê ye."

Di hilbijartinê de Gulseren Tûran û Huseyîn Beyaz weke Hevserokên HDP'ê yên Edeneyê hatin hilbijartin.