Yuksekdag: Em ê 1’ê Mijdarê hesap ji AKP û Qesrê bixwazin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag li Dîlokê civîna çapemeniyê li dar xist. Yuksekdag anî ziman ku 1’ê Mijdarê roja hesabxwestina ji AKP û Qesrê ye.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê re li Nov Otel a Dîlokê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku gel jî beşdar bû pankarta, “Ji bo azadî, edalet û wekheviyê wê aştî qezenc bike” li salona civînê hat daliqandin. Hevserokê Rêxistina HDP’a Dîlokê Mehmet Karayilan axaftina destpêkirinê kir.
Yuksekdag ji ber mirinên rû dan sersaxî ji civaka Tirkiyeyê û gelê Dîrokê re xwest. Yuksekdag bal kişand ser komkujiya Enqereyê û got: “Komkujiya Enqereyê kê pêk aniye ji bo me pir zelal e. Berpirsyarê siyasî yê vê komkujiya ku caniyên DAIŞ’ê pêk anîn desthilatdariya AKP û Qesrê ye.”
Yuksekdag axaftina xwe wiha domand: “Em ê di nav vê pêvajoyê de soza me daye gelên Tirkiye û şehîdên aştiyê yên Enqereyê bînin cih. Ev soza pêkanîna aştî û demokrasiyê ye. Ev têkoşîna hesabpirsîna bi zîhniyeta qetlîamker re ye. 1’ê Mijdarê ji bo me hesabpirsîneke demokratîk e. 1’ê Mijdarê hesabxwestina ji siyaseta bi aloz a desthilatdariya siyasî bi rê ve dibe.”
'HILBIJARTIN DI ASTA REFERANDÛMÊ DE NE'
Yuksekdag anî ziman ku hilbijartinên 1’ê Mijdarê referandûmeke, her dengê ji AKP û Qesrê re bê dayîn wê ji şer û dîktatoriyê re bê dayîn.