Yuksekdag: Dora 'bêçalakîtiyê' ya hikûmetê ye

Yuksekdag a serdanên xwe yên li Çûkûrovayê didomîne destnîşan kir, ku piştî biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê, dor hatiye hikûmetê. Yuksekdag diyar kir ku DAIŞ di bin kontrola AKP'ê de êrîşî Kurdan dike.

Yuksekdag a serdanên xwe yên li Çûkûrovayê didomîne destnîşan kir, ku piştî biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê, dor hatiye hikûmetê. Yuksekdag diyar kir ku DAIŞ di bin kontrola AKP'ê de êrîşî Kurdan dike.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya bernameya xebatê ya li Çûkûrovayê hatiye destpêkirin de li navçeya Edene Ceyhanê bi rojnamevanan re civiya. Yuksekdag di civîna ku gelek rojnamevan lê amade bûn de diyar kir ku li hemberî zilma AKP'ê û qesrê gel di 7'ê Hezîranê de bersiv daye wan û heman bersiv wê di 1'ê Mijdarê de jî bê dayîn.

Yuksekdag da xuyakirin ku DAIŞ di bin kontrola AKP'ê êrîşî gelê kurd dike û li ser biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê de destnîşan kir, ku dor hatiye hikûmetê ku çekan bêdeng bike. Yuksekdag bilêv kir ku piştî komkujiya Enqereyê serokwezîr li xwe mikur hatiye û kujerên komkujiyê xelat kiriye. 

Yuksekdag anî ziman ku tevî vê yekê jî ew li hemberî zilmê bûne hêvî û wiha axivî: "Em li hemberî vê zilmê bûne hêvî. Em ê bi biryardarî daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê biqîrin."

Yuksekdag li ser biryara dadgehê ku danezana partiya wan kom kiriye de jî axivî û diyar kir ku ev biryar biryareke siyasî ye ji ber vê yekê ew hewceyî pê nabîne ku li ser wê biaxive. 

Yuksekdag piştî axaftinê pirsên rojnamevanan bersivand. Piştî bernameyê bi rêveberên HDP'ê re çû gundê Mercîmekê û li wir bi gundiyan re hevdîtin pêk anî.