Yuksekdag: Divê Erdogan jî bê darizandin
Yuksekdag got, "Eger ez ji vî sûcî têm darizandin, divê Serokwezîrê wê demê Davûtoglû, şêwirmendên wê demê û Serokkomar jî bên darizandin."
Yuksekdag got, "Eger ez ji vî sûcî têm darizandin, divê Serokwezîrê wê demê Davûtoglû, şêwirmendên wê demê û Serokkomar jî bên darizandin."
Rûniştina doza li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ku ji ber axaftina wê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an a li navçeya Pirsûs a Rihayê kiribû lê hat vekirin, li 5. Dadgeha Cezayê Giran a rihayê pêk hat. Yuksekdag di vê dozê de bi îdîayên "endametiya rêxistinê" û "kirina propaganda rêxistinê" tê darizandin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê beşdarî rûniştina dozê bû. Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî weke temaşeker li rûniştina dozê amade bû.
'EGER EZ TÊM DARIZANDIN, DIVÊ ERDOGAN JÎ WERE DARIZANDIN!'
Piştî parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol û Dilara Înan Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag axivî.
Yuksekdag to, "Eger tifaqeke baş bi Kurdan re hatibûya çêkirin, rewş îro ya welêt û ya Sûriyeyê wê ne bi vî rengî bûya. Ez wan gotinên xwe yên wê demê niha jî diparêzim û bi dîtina min, ew gotin rast in. Yên ku bi îdîaya 'destek daye rêxistina terorê' doz li min vekirine, wê hesabê vê bidin. Wê demê hikûmetê bi YPG û PYD'ê ra bazarî dikir, mohra xwe datanî binê peymanan. Xeteriya êrîşê li ser Tirba Suleyman Şah hebû. Weke HDP em jî ketin dewrê. Di rakirin û anîna Tirba Suleyman Şah de rola PYD û YPG'ê rol lîstin. Me jî di wê demê de ji vê re gotin 'Ruhê Eşme', ku tirb li gundê Eşme hat bicihkirin. Çiqas wext di ser re derbas bû? Wê demê ji PYD'ê re nedigotin 'teror'. Heta wê çaxê ji YPG'ê re nedigotin 'terorîst'. Di navbera PYD û hikûmetê de bazarî hate kirin. Serokê hêza siyasî ya ku jê re 'rêxistina terorê' digotin, Salih Muslim li Stenbolê kirin mêvan. Di rewşeke bi vî rengî de, axaftina min tê çi wateyê? (...) HDP'ê di hilbijartina Hezîranê de bi ser ket. Ji ber vê yekê xwestin me terorîze bikin. Dozgerê ku li dijî min gilîname amade kir, gelo wê li dijî kesên ku bi sed qatî ji min bêhtir axivîne û ev sûc kirine, wê gilînameyê amade bike? Eger ez ji ber vî sûcî têm darizandin, wê demê divê Serokwezîrê wê demê Davûtoglû, şêwirmendên wê demê û Serokkomar jî bên darizandin. Ez tevî wan bêm darizandin. Di vir de helwesta hevnegirtî ya desthilatdariyê heye. Biryara herî rast a di vir de bê girtin, berat e."
Rûniştina dozê ji bo 16'ê Adara 2017'an hat taloqkirin.