Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Edeneyê bi rojnameyên herêmî û jinan re hate cem hev û bal kişand li ser hîleyên hilbijartinê xwest di 1'ê mijdarî de bi vekirina sindoqan re hemû kes xwedî li dengên xwe derkevin. Yuksekdag bal kişand li ser kurbûna şer jî û nirxandina "Di 1'ê mijdarê de em ê bi hev re bi ser kevin" kir.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Edeneyê bernameya xwe ya bi rojava hilbijartinê ya 2 rojan temam kir. Yuksekdag serê sibehê li navçeya Ceyhanê bi rojnamegerên herêmî re hate cem hev û piştre jî çû serdana gundê Mercîmekê li vir pirsgirêkên gundiyan guhdar kir. Yuksekdag li qehwexaneya gund rastî eleqeyeke mezin a gundiyan hat li vir xîtabî welatiyan kir. Yuksekdag xwest ku piştgiriya di 7'ê hezîranê de ji bo HDP'ê hatiye dayîn careke din bê dayîn û wiha axivî: "Ev ax ewqas berfireh e ku hemû kesan hembêz dike. Elewiyan, Suniyan, Kurdan, Tirkan. Em ê bi israr bi hemû hêza xwe ve hevdu hembêz bikin." Yuksekdag da zanîn ku AKP ji bo ku bibe desthilatdar serî li hemû rêbazan dide û hewl dide bi bertîlê deng bigire û xwest gel li dijî van lîstokên qirêj têbikoşe.
'EM Ê BI HEV RE JI BO AŞTIYÊ BI SER BIKEVIN'
Yuksekdag anî ziman ku heke AKP bi tena serê xwe bibe desthilatdar wê şer kûrtir bibe û wiha got: "Îro li hundir û li derve şer pêk tînin. Heke wekî di 1'ê Mijdarê de bi tena serê xwe bibin desthilatdar û ji bo Tayyîp Erdogan rêya seroktatiyê vekin bawer bikin wê li herêmê şer bikin. Ji bo ku zarokên vî welatî bişînin Sûriyeyê amadekariyan dikin. Ji bo şerekî ku zarokên vî gelî yên gerîla, leşker û polîs tine bikin amedekariyan dikin. Ji bo ku em li hemberî vî şerî bigirin em ê di 1'ê mijdarê de bihevre ji bo aştiyê bi serkevin."
Yuksekdag piştre çû sûka gund û pirsgirêkên welatiyên bazarê gundar kir. Li vir esnafan diyar kirin ku AKP'ê esnafên biçûk tine kiriye.
'TIŞTEKÎ KU AKP BIDE GELÊ ME TINEYE'
Yuksekdag piştî serdana xwe ya li navçeya Ceyhanê çû serdana avahiya HDP'e ya Sariçamê û li vir bi jinan re hate cem hev. Yuksekdag got ku divê jin derî bi derî bigerin û yên ku bi ruşwet û tehdîdê dixwazin dengên wan bidizin asteng bikin. Yuksekdag ev tişt anî ziman: "Heke pêşiya vî îxtidara siyasî neyê girtin dê zarokên dayikan qurbanî şer bikin. Heke em ji vî îxtidarê re nebêjin raweste heke em di 1'ê mijdarê de serkeftina gelan xurtir nekin dê pêşeroja gelê me tarî bikin. Êdî tiştekî ku AKP bide gelên me û jinan nemaye."
Piştî serdanan Yuksekdag bernameya xwe ya 2 rojan a li Edeneyê temam kir û ji bajar veqetiya.