YSK’ê namzetiya Oker red kir, Elewiyan nerazîbûn nîşan da
HDP’ê Serokê Netewî Yê AABK’ê Tûrgût Oker ji rêza yekem a herêma 3’an a Stenbolê weke namzet nîşan da, namzetiya Oker ji aliyê YSK’ê ve nehate qebûl kirin.
HDP’ê Serokê Netewî Yê AABK’ê Tûrgût Oker ji rêza yekem a herêma 3’an a Stenbolê weke namzet nîşan da, namzetiya Oker ji aliyê YSK’ê ve nehate qebûl kirin.
Ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê HDP’ê ji rêza yekem a herêma 3’an a Stenbolê Serokê Netewî yê Konfederasyona yekîtiya Elewiyên Ewropa (AABK) namzet nîşan da. Namzetiya Oker ji ber axaftina ‘Tayyîp Erdogan, yezidê roja me ye’ a beriya 2 salan li Mereşê kiribû weke hincet hate nîşandan û ji aliyê YSK’ê ve nehate qebûl kirin.
BIRYAR NEQEBÛLKIRINA ELEWIYAN E
Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) nerazîbûn nîşanî biryarê da. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê AABK'ê ve hate dayin, hate gotin; “Ev helwesta li dijî Tûrgût Oker em qebûl nakin û şermezar dikin. Têkoşîna me ya mafdar îro dest pê nekiriye û îro jî bi dawî nabe”.
AABK’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;
“Ev biryara YSK'ê girtî tê wateya neqûlkirina Elewiyan. Di danezana hilbijartinê de hişmendiya yezîd ku dibêje wê statuyê bide Malên Cemê, helwesta li dijî parazvanê mafê tevgera Elewiyan rêzdar Tûrgût Oker ji Mûvaniye bigre heta Yavûz, Paşayê Diz û heta Tayyîp Erdoganê ku mafê gelan xesp dike û weke encamên komkujiyan e, me şaş ne kir!
Lê tiştekê ji bîr dikin, di vê têkoşîna birûmet de bi mîlyonan Pîr Sûltanan, Seyît Raizayan hene ku li dijî yezît û yên weke wî rawestin hene.
Ev helwesta li dijî Tûrgût Oker em qebûl nakin û şermezar dikin. Têkoşîna me ya mafdar îro dest pê nekiriye û îro jî bi dawî nabe.”