YSK beriya kîsên dengan bê ‘encam’ aşkera kir
Wezîfedarê Agahîzanînê yê HDP’ê Halûk Agabeyoglû diyar kir ku di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bi hîleyeke herî mezin a di dîroka Tirkiyeyê de pêk hatiye rû bi rû hatine.
Wezîfedarê Agahîzanînê yê HDP’ê Halûk Agabeyoglû diyar kir ku di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bi hîleyeke herî mezin a di dîroka Tirkiyeyê de pêk hatiye rû bi rû hatine.
Wezîfedarê Agahîzanînê yê HDP’ê Halûk Agabeyoglû diyar kir ku di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bi hîleyeke herî mezin a di dîroka Tirkiyeyê de pêk hatiye rû bi rû hatine. Agabeyoglû yê ji ANF’ê re axivî bal kişand ku li gelek herêmê Stenbolê beriya deng bigihêjin Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ji aliyê YSK’ê ve hatine aşkerakirin. Agabeylî diyar kir ku li hin navçeyan qanûn hatiye binpêkirin encamên yekkirina girtekan ên pêwîst e li Navenda Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê bên kirin li dibistanan hatine kirin.
‘DENG NE LI DESTEYA HILBIJARTINAN LI DIBISTANAN HATIN JIMARTIN’
Agabeyoglû ragihand ku li gelek herêmên Stenbolê qîsên dengan beriya bigihêjin Navendên Desteya Hilbijartinê ji aliyê YSK’ê ve hatine aşkerakirin. Agabeyoglû yê prosedura heyî bibîr xist got: “Em bêjin li dibistanekê 10 sindoq hene. Di van sindoqan de heta saet 17.00’an deng tên bikaranîn. Paşê sindoq tên girtin û jimartin tê kirin. Dengan dixin kîsan û bi girtekên encaman ew dibin Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê. Wir navenda komkirina dengan e. Li gor qanûnê karê komkirina encamên girtekan li vê navendê tê kirin. Lê li gelek deverên Stenbolê berî sindoq bigihêjin Desteya Hilbijartina Navçeyê, ji aliyê YSK’ê ve encam hatin ragihandin. Heta li hin navçeyên wek Beşîktaş, girtekên encaman, xebatên komkirinê ne li Desteya Hilbijartina Navçeyê li dibistanan hatin çêkirin û berî bînin beranberî hev, encam dane YSK’ê. Ev bi temamî derveyî zagonan e.”
NE ŞAŞÎ, SEXTEKARÎ YE
Agabeyoglû destnîşan kir ku di vî welatî de hileyên herî mezin li cihê komkirinê tên kirin û wiha axaftinên xwe domand: “Mînak we 30 deng girtin. Wê 0’ê jê bavêjin, 3 dimîne. An jî berevajî wê dengan zêde bikin, ev jî berevajîkirina dengan e.”
Agabeyoglû ji ber vê jî ferqa mezin a di navbera encamên xwe û yên YSK’ê nîşan da, destnîşan kir ku ev ferqa heyî ne şaşiyeke bê zanebûn e, sextekariyek e. Agabeyoglû ragihand ku parêzeran îtîrazî van encaman kirine, got ku di vê hilbijartinê de ji hilbijartinên din zêdetir bi hîleyan ve rû bi rû mane.