YRD Ewropa: Em mamoste Mehmûd Onder ji bîr nakin

YRD Ewropa, ji bo Mehmûd Onder ê ku îro di saetên sibehê de li paytexta Danîmarka Kophenagê jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hate diyarkirin ku Onder hemû jiyana xwe da çapemeniya azad û ximetkirina Kurdistanê û got, em ti car wî ji bîr nakin.

Peyama YRD Ewropa a ku ji bo Onder weşandî wiha ye: “Kedkarê çapmeniya Kurd, rojnamevan Mahmûd Onder, di 31’ Çileya 2017’an de li nexweşxaneya li paytexta Danîmarka Kopenhag di hat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Mamoste Mehmûd Onder ê ku tevahî jiyana xwe da azadiya Kurdistan, zimanê dayîkê û çapemeniya azad, windakirina wî hem ji bo Çapemeniya Azad û hem jî ji bo Kurdistaniyan êş û xemekî pir giran e. Di serî de serê malbat, camîeya çapmeniya azad û hemû gelê Kurdistanê sax be.

Welatparêz û kedkarê bi nirx Mehmûd Onder ê ku bi zimanê dayîkê bi sedan ciwan fêrî rojnamevaniyê kir, bi zimanê Kurdî yê dayîkê nûçe ragihand bi milyonan Kurdisaniyan, cîhan bi Kurdistanê û Kurdistanê jî bi cîhanê da ragihandin, li pêşberî keda wî ya 45 salan bi rêzdarî, hurmet û minet bejna xwe ditewînin.

Mamoste Mehmûd Onder ê ku li Ewropa sirgûn jiya kir, her kêliyê ketd û xebat ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê û Çapemeniya Azad daye; di demê herî zemet û zorî de têkoşîn û berxwedana gelê Kurdistanê ji bo cîhanê raginandiye. Onder di sala 1997’an de di televîzyona MED TV ya ku cara yekem li ser tora setaleytê kete weşanê kar kir. Piştre jî di Medya TV, Roj T V û herî dawî jî di Stêrk TV de xebat da meşandin. Qasî 20 salan di çapemeniya Kurdî de bêjerî û pernamevanî kir. Bi keda xwe ve girêdana xwe ya bi têkoşînê re domand. Onder heta dawiyê jî dev ji xebata xwe ber neda. Her demê çavkaniya moralê ya televîzyonê bû. Jiyana wi ya 45 salan tijî û têr derbas bû. Em weke kedkarên çapemeniyê li beramberî ked û têkoşîna Mamoste Mehmûd Onder bejna xwe ditewînin.

Zimanê dayîkê yê ku ji bo me mîras hêlayî soza wê yekê didin heta ku welatê me û gelê me azad bibe em ê têkoşînê bidomînin. Em carekî din di ser de ji malbat, hevrêyên xebatê, camîeya çapmeniya azad û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Bang li hemû dost û Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn dikin kû beşdarî merasîma cenazeyê Mamoste Mehmûd Onder bibin, xwedî li bîranînê wî yên têkoşînê der bikevin. Em wî qet û qet ji bîr nakin.”