YRD'ê ji bo Mehmûd Onder peyama sersaxiyê weşand
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), ji bo Mahmûd Onder ê li bajarê Kopenhagen ê Danîmarkayê çû ser dilovaniya xwe, mesajek sersaxiyê weşand.
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), ji bo Mahmûd Onder ê li bajarê Kopenhagen ê Danîmarkayê çû ser dilovaniya xwe, mesajek sersaxiyê weşand.
Komîteya Çapemeniyê ya Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), ji ber wefata kedkarê medya Kurd Mehmûd Onder, ji malbatê û civata çapemeniya azad re sersaxî xwest.
Di daxuyaniya nivîskî ya YRD'ê de hat bibîrxistin, Onder di destpêka salên 1970'î de dest bi jiyana şoreşgerî kir û hat gotin, "Dema ku MED TV weke yekemîn televîzyona Kurd ava bû ji bo dengê Kurdistanê bigihîne cîhanê, Mehmûd Onder li sirgûnê bi erka xwe ya welatparêziyê radibû. Û ev karê xwe yê welatparêziyê li nava çapemeniya azad dewam kir."
GELEK CIWANÊN KURD TEVLÎ MEDYA KURD KIR
YRD'ê diyar kir, Onder li MED TV ku di destpêka sala 1997'an de dest bi weşanê kir, tevlî karê çapemeniyê bû û got, "Karê wî yê destpêkê li navenda nûçeyan bû. Piştre bi dorê li Medya TV, Roj TV û Stêrk TV ev karê xwe dewam kir. Di nava 20 salan de pêşkêşî û amadekariya bernameyan di medya Kurd de kir. Mirovekî gelekî dilnizm bû. Di têkiliyên rojane de nerm û bi sebir bû. Gelek ciwan perwerde kir û tevlî medya Kurd kir. Di rojên zor û zehmet de her li pêş bû, xwe ti carî venedigirt.
LI SER ZIMANÊ ME YÊ DAYIKÊ GELEKÎ HESAS BÛ
Li ser zimanê me yê dayikê Kurdî gelekî hesas bû. Mamoste Mehmûd Onder zimanê dayikê û nûçegihaniya televîzyonê hînî bi sedan ciwanên Kurd kir. Bîranînên wî bi her kesî re hebû, tecrûbeyên xwe bi her kesî re parve dikir. Bi hezkirin û rêzdarî nêzî her sazî, her şexs û her kêliyeke Têkoşîna Azadiyê ya Kurd dibû. Çapemeniya azad, tevgera azadiyê weke mal û malbata xwe didît."
YRD'ê destnîşan kir, ku Onder li dijî mêtîngerî û dagirkeriyê, bi biryar û rûkenî kar dikir û wiha dewam kir: "Kedkarê medya Kurd Mehmûd Onder, di salê dawî de li hemberî nexweşiya kanserê li ber xwe dida. Onder ku li nexweşxaneyek li paytexta Danîmarka Kopenhagenê dihat dermankirin, di 31'ê Çileyê de, di 65 saliya xwe çavên xwe li jiyanê girt. Heta kêliya dawî xwe ji kar venegirt. Têkoşîna wî ya 45 salan, tijî û dagirtî derbas bû. Mamoste Mehmûd Onder heta nefesa xwe ya dawî, di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de têkoşiya, ked da.
Em careke din sersaxiyê ji malbatê, hevalên wî yên xebatê, civata çapemeniya Kurd û gelê Kurd re dixwazin. Em bang li hemû Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dikin, ku tevlî merasîma cenazeyê Mehmûd Onder bibin, xwedî li bîranînên têkoşîna wî derkevin. Em ê wî ji bîr nekin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber ked û baweriya wî ditewînin. Em soza xwe dubare dikin, ku ji bo avakirina welatekî azad, têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin."