YRA’yê êrîşên li ser çapemeniya azad şermezar kir

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), êrîş û girtinên AKP’ê ya li hember dezgehên çapemeniyê şermezar kir, diyar kir ku wê piştgiriyê bidin hempîyên xwe.

YRA’yê bi daxuyaniya nivîskî ya ku parve kir, binpêkirinên dewleta Tirk û îtifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst ên li hember dezgehên çapemeniyê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şermezar kir.

YRA’yê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

″Piştî darbeya 15′ê Îlona sala 2016′an, dewleta Tirk dest bi girtina rojnamevan, nivîskar û akadîmîsyenan kir. Dîroka dewleta Tirk bi siyasetên binpêkirina mafên rojnamevanan û girtina dezgehên çapemeniyê yên demokratîk, tijî ye. Armanca ji vê yekê ew e ku kiryarên xwe yên qirêj ên li dijî partiyên siyasî, Saziyên Civaka Sivîl û şaredariyên gel binixumîne.

Di roja 25′ê Tebaxê de jî dewleta Tirk biryar girt ku 922 welatiyên ku di Saziyên Civaka Sivîl de dixebitin ji kar bide sekinandin. Her wiha 6 hezar sazî, komele û dezgehên çapmeniyê (wek rojnameya Şûjin, Rojeva Medya, Ajansa Nûçeyan a Dicleyê) jî hatin girtin.

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamevanan, Rêxistina Efû ya navneteweyî, rayedarên Tirk di sala 2016′an de, 156 dezgehên çapemeniyê girtin.

Wek Yekîtiya Ragihandina Azad, em ê berpirsyên xwe yên pîşeyî û mirovî pêk bînin û bi hemû derfetên xwe piştgiriya ragihandina Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bikin, da dengê civaka demokratîk ji raya giştî re ragihînin.

Em kiryarên dewleta Tirk ên li derheqê dezgehên ragihandinê de bi tundî şermezar dikin û bang li rayedarên AKP′ê dikin ku van kiryar û siyasetên xwe rawestîne. Bang li saziyên cîhanî yên parastina mafên rojnamevanan û dezgehên çapemeniyê dikin ku zextê li ser dewleta Tirk bikin, da li gorî pîvan û zagonên navneteweyî tev bigere.″