YPG/YPJ: Em gav bi gav pêş dikevin

YPG/YPJ: Em gav bi gav pêş dikevin

Şervanên YPG-YPJ’ê  ku çeteyên DAIŞ’ê şûnde vekişandin, gav bi gav pêşde diçin. Di vê pêşveçûnê de darbeyên giran li DAIŞ’ê dixistin û hema hema her roj gelek cebilxane dikevin destê şervanên YPG-YPJ’ê. Fermandara YPJ’ê Zîlan Kobanê da zanîn ku  di rojên dawî de gelek nuqte bi taybet jî li eniya Rojhilat gelek der ji DAIŞ’ê hatine paqijkirin û gelek cebilxane bi dest xistine. Fermandara YPG’ê Ciwan Kobanê jî got:”Em gav bi gav pêşde diçin. Ev çete hêdî hêdî ji Kobanê tên paqijkirin.”

Berxwedana Kobanê di roja 76’an de. Ji sedî 75-80’ê bajêr ketiye destê şervanên YPG û YPJ’ê. YPG û YPJ her roj darbeyên giran li DAIŞ’ê dixe û serkeftina xwe mezintir dike. Çeteyên DAIŞ’ê rasterast hewan û topan davêjin bajar. Di rojên dawî de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi giştî hatin şikestin û êrîşên ku hewl didin pêk bînin jî ji aliyê YPG û YPJ’ê ve vala tên derxistin. Pevçûn li rojhilat, başûr û  rojavayê başûr didome. Li eniya Rojava jî çalakiyên şervanên YPG û YPJ’ê mijara gotinê ne. Pêşmerge û hêzên Burkan El Firat ku li bajaran piştgiriyê didin şervanên YPG û YPJ’ê, pêşmerge li mewziyên pêş cih nagirin û bi  hewan, katyuşa û balafirsawaran piştgiriyê didin şervanên YPG'ê.

PÊŞVEÇÛN GAV BI GAV DIDOME

Cihê herî zêde pevçûn lê dijwar bûne eniya rojhilat e. Li vê eniyê li herêmên Qada Azadî, Sukhul Hal, şaredarî û navenda çand û hunerê pevçûnên dijwar tên jiyîn. Li hemû eniyan jî, pêşveçûna şervanên YPG û YPJ’ê mijara gotinê ye. Dema ev pêşveçûn pêk tê darbeyên mezin li çeteyên DAIŞ’ê tên xistin. Eniya Rojhilat hema hemû hemû di bin kontrola şervanên YPG û YPJ’ê de ye.  Şervanên YPG û YPJ’ê hema hema her roj gelek cebilxaneyên çeteyên DAIŞ’ê digire dest.

FERMANDARA YPJ: GELEK NOKTE HIŞTIN Û REVIYAN

Fermandara YPJ’ê Zîlan Kobanê ku li mewziyên pêş ên ber şaredariyê di şer de ye da zanîn ku di sê rojên dawî de li eniya Rojhilata gelek nuqte bi dest xistine, ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirine û di sê rojên dawî de gelek cebilxane hatine desteserkirin û got: “Her wiha gelek cenazeyên çeteyan jî di destê me de ne. Çeteyan gelek nuqte berdan û reviyan. Herêma ku niha em lê ne, hêza çeteyan nemaye. Zêdetir êrîşên terza suîqestê pêk tînin. Bi hewanan êrîş dikin. Di sê rojên dawî de nikarin êrîş bikin. Êrîşên mezin çêbûn lê heta îro hemû êrîşên wan hatin şikandin. Berê her  tim bi çekên giran bawer dikirin û êrîş dikirin.

FERMANDARÊ YPG’Ê: EM GAV BI GAV PÊŞ DIKEVIN

Fermandarê YPG’ê Ciwan Kobanê jî ku li mewziyên pêş a herêma Şaredariyê şer dike got ku hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê şikestine û got: “Berxwedana hevalên me ya sê rojan, careke  din nîşan da ku çete nikarin li dijî berxwedanê bisekinin. Ev 20 roj e li dora şaredariyê pevçûnên dijwar tên jiyîn. Em jî gav bi gav pêş dikevin.  Ev jî tê wateya ku çete gav bi gav ji Kobanê hatine paqijkirin. Li vir gelek çete hatin kuştin. Di şerê bajar de behsa encameke teqez kirin zehmet e. Hema wisa di rojekê de paqijkirin nabe. Li vir di şerê bajar de tecrûbeyek me jî çêbû. Em jî pêş dikevin.“