YPG/YPJ bi pêş ve diçe, DAIŞ li sivîlan dide

YPG/YPJ bi pêş ve diçe, DAIŞ li sivîlan dide

Şervanên YPG/YPJ'ê di berxwedana li Kobanê de roj bi roj bi pêş ve diçin. Çeteyên DAIŞ'ê jî êrîşên xwe yên li hemberî sivîlan dewam dikin. Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî topên hawanê avêtin herêma Tilşeîrê, ku beriya niha li heman herêmê ji ber êrîşên çeteyan 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 10 kes jî birîndar bûbûn.

Çeteyên DAIŞ'ê careke din êrîşî sivîlên li herêma Tilşeîrê kirin. Çeteyên ku duh sivîlên li herêma Tilşeîrê hedef girtin, îro ber destê sibehê jî bi hawanan êrîşî heman herêmê kirin. Ji ber ku topa hawanê li qadeke vala ket, tiştek bi kesî nehat.

Di êrîşa topa hawanê ya duh li hemberî navenda bajêr de, Azîze Kîno ya 8 salî jiyana xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bû. Du saet piştî vê êrîşê çeteyan bi topên hawanê êrîşî xeta sînor a Tilşeîrê kirin û li vir jî Rêzan ê paşnavê wî nehat zanîn ê 17 salî, Ûbeyt Mihemed ê 60 salî û Îwa Ebdo yê 8 salî jiyana xwe ji dest dabûn, 10 kes birîndar bûbûn.

YPG/YPJ LI ROJHILAT Û BAŞÛR BI PÊŞ VE DIÇE

Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî şervanên YPG/YPJ'ê roj bi roj têk diçin, li eniyên rojhilat û başûr jî derbên giran xwarin. Li gorî agahiyan, di pevçûnên ji duh bi şev û vir ve yên li eniyên rojhilat û başûr de, şervanên YPG/YPJ'ê gelek nuqteyên çeteyan dagir kiribûn, rizgar kirine. Hat ragihandin ku pevçûnên li eniyên rojhilat û başûr ji aliyê segvanan ve tên meşandin. Tê payîn ku der barê encamên şerê dawî de rayedarên YPG/YPJ'ê di nava rojê de daxuyaniyekê bidin.