YPG: Li Kobanê 3 nuqteyên din ji çeteyan hatin paqijkirin

YPG: Li Kobanê 3 nuqteyên din ji çeteyan hatin paqijkirin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku di roja 84. a berxwedana Kobanê de şer û pevçûn bi giranî li navenda bajêr dewam kiriye û ragihandin, ku di encamê de 3 nuqteyên din ji çeteyan hatine paqijkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê bîlançoya şerê 24 saetên dawî yê li Kobanê de daxuyaniyek da.

Navendê ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja 84. de dewam kirin. û pevçûn bi giranî li navenda bajêr qewimîne. 

Navenda Çapemeniyê da zanîn ku komên çete jî bi avêtina topên hawanê hewl dane encamê werbigire û ev agahî da:

"Li eniya Rojhilat şevê din di navbera hêzên me û komên çete de şerekî demkurt qewimî. Di vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. 

Operasyona hêzên me li eniya başûr jî bênavber dewam dike. Hêzên me şevê din li vê eniyê, li hemberî hin nuqteyên ku çeteyan dagirkirine êrîş pêk anîne. Di encama vê êrîşê de 3 nuqte ji çeteyan hatine paqijkirin. Ji ber ku lêgerîn û lêkolîna li herêmê dewam dike, encama zelal a operasyonê nehatiye zelalkirin."