YPG: Îdîayên li ser bikaranîn çeka kîmyewî derew in

YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku leşker û çeteyên Tirk ne xwedî wê hêzê ne ku li dijî wan şer bikin, lewma bi kirina derewên qirêj hewl didin têkçûna xwe binixumînin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê derbarê îdîaya dewleta Tirk ku dibêje, "YPG'ê çekên kîmyewî li Efrînê bi kar tîne" de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê, bi armanca veşartina binketina xwe ya li bakurê Kantona Efrînê îdîa dikin ku hêzên me li hember wan çekên kîmyewî bikar anîne.

Di operasyona paqijkirina qada Şêxorzê de artêşa dagirker derbên giran xwar û wan bi xwe ev çek bikar anîn û qad topbaran kirin. Piştî dîtina bandora vê çekê hêzên me xwe kişandin bilindahiya gund û terorîstên di qadê de man bi xwe ji vê çekê bandor bûn. Em weke Yekîneyên Parastia Gel (YPG) dibêjin ku di parastina xak û gelê xwe de, ji derveyî xeta Parastina Rewa ti esasekî me nîne. Em bikaranîna van çekan, her li ku der û ji alî kê ve dibe bila bibe, şermezar dikin.

Em pêwîstî dibînin ku careke din diyar bikin ku Artêşa dagirker û terorîstên wê ne xwedî hêza ku li hember me şer bike. Ji ber vê yekê hewl didin ku binketina xwe bi van derewên qirêj veşêrin."