YJK-E ya Elmanyayê 5’emîn kongreya xwe li dar xist
Rêxistina Sîwana Jinê ya Elmanyayê (YJK-E) bi beşdarbûna meclis, komun û komîteyên amadekar ên ji 5 herêm û 8 eyaletan 5’emîn kongreya xwe li Darmstadtê ya Elmanyayê li dar xist.
Rêxistina Sîwana Jinê ya Elmanyayê (YJK-E) bi beşdarbûna meclis, komun û komîteyên amadekar ên ji 5 herêm û 8 eyaletan 5’emîn kongreya xwe li Darmstadtê ya Elmanyayê li dar xist.
Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre dîwan hat hilbijartin. Raporên xebatên salê hatin xwendin û dawiyê derbasî nirxandina pêvajoyê bûn. Di kongreyê de sînevîzyona ku li ser meş û xwepêşandanên di çarçoveya kampanyaya "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de ji hêla rêxistinên jinan ên li Elmanyayê hatin lidarxistin, hatibû amadekirin hat pêşandan.
Endama TJK-E’yê Medya Botan di axaftina xwe de pêvajo nirxand û bal kişand ser guherîna hevsengiyên li Rojhilata Navîn. Medya Botan diyar kir ku li herêmê statûkoya berê tên rûxandin û avakirineke nû hatiye destpêkirin û got, "Dîzaynkirina herêmê wê êdî ne li gorî netewe dewletan, li gorî gelan be."
Medya Botan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinê û got, “Divê em îsal bikin sala azadiya Rêbertiyê. Divê em hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê berfireh bikin. Eger em jin rola xwe bilîzin, ev sal dikare bibe sala pêşketinên mezin.”
Di berdewamiya kongreyê de li ser rêxistinbûna jinê nîqaş hatin kirin. Her wiha biryar hate girtin ku ji niha û pê ve li her semtê û herêmê xebatên komunan bên kirin.
Kongre bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.