Îsraîlê li Şerîa Rojava sê kampên penaberan vala kir, veger qedexe kir!
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku sê kampên penaberan ên li bakurê Şerîa Rojava hatine valakirin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku sê kampên penaberan ên li bakurê Şerîa Rojava hatine valakirin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Katz roja Yekşemê daxuyaniyek da û ragihand ku artêşa Îsraîlê li bakurê Şerîa Rojava sê kampên penaberan ên Fîlîstînî vala kiriye û ferman dane ku destûrê nedin vegerê.
Israel Katz got, "Ji kampên penaberan ên Cenîn, Tûlkarem û Nûr Şemsê 40 hezar Fîlîstînî hatin veguhestin û ev kamp êdî ji şêniyên wê hatin xalîkirin."
Katz got, "Min ferman da (leşkeran) ku ji bo li kampên hatine valakirin tevahiya salê bimînin xwe amade bikin, nehêlin şêniyên kampan vegerin û destûrê nedin terorîzm ji nû ve zindî bibe."
BERDANA GIRTIYÊN FÎLÎSTÎNÎ HATE DERENGXISTIN
Li aliyê din Îsraîlê 'merasîmê biçûkxistinê' yên Hamasê li hemberî dîlgirtiyan pêk anîn, weke hincet nîşan da û berdana girtiyên Fîlîstînî dereng xist.
Hamasê li gorî planê roja Şemiyê 6 dîlgirtî berdabû. Lê belê Hamasê berevajî pevguhertina beriya niha, pênc dîlgirtî beriya radestî Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) bike li pêşiya girseya gel li podyûman nîşan da.
Diviyabû Îsraîlê jî 620 mehkûmên Fîlîstînî serbest berdabûya, lê belê Serokwezîr Benyamîn Netanyahû şeva Şemiyê piştî civîneke ewlekariyê ragihand ku ev yek wê pêk neyê.
29 DÎLGIRTÎ HATIN TESLÎMKIRIN
Li gorî artêşa Îsraîlê ji 251 dîlgirtiyên di 7'ê Cotmeha 2023'an de ahtin revandin, 62 jê hîn jî li Xezeyê ne û 35 ji dîlgirtiyan jiyana xwe ji dest dan.
Ji 19'ê Çileyê dema destpêkirina agirbestê û vir ve çar jê yên ku jiyana xwe ji dest dan 29 dîlgirtiyên Îsraîlê di berdêla 1.100 girtiyên Fîlîstînî radestî Îsraîlê hatin kirin. Li gorî Hamasê beriya bidawîbûna qonaxa destpêkê ya lihevkirinê tenê çar ji dîlgirtiyên jiyana xwe ji dest dan hene ku divê radestî Îsraîlê bêne kirin.