Ji Nîsana 2023’yan û vir ve pevçûnên di navbera artêşa di bin serokatiya General Abdel Fattah al-Burhan û HDK’ê de bûne sedema mirina bi deh hezaran kesan û koçberkirina zêdetirî 12 milyon mirovî. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), Sûdan niha qada herî mezin a krîza jicîhûwarkirina bi darê zorê ye.
Peymana hikûmeta paralel şeva Şemiyê di civîneke girtî de li paytexta Kenya Nairobiyê hat îmzekirin.
Li gorî AFP'ê, kesên ku ev belge îmze kirine armanc dikin ku li herêmên Sûdanê yên di bin kontrola serhildêran de "hikûmeteke aştî û yekîtiyê" ava bikin.
Di metna ku hatiye îmzekirin de soza avakirina "dewleteke laîk, demokratîk, nenavendî ya li ser esasê azadî, wekhevî û dadmendiyê, bêyî pêşdaraziyên çandî, etnîkî, olî û herêmî" tê dayîn.
Lê nayê diyarkirin ku dê hikûmeta paralel li ku derê bê avakirin. Armanca wan dawî li şer bînin, bê astengî bigihêjên alîkariya mirovî û afirandina "artêşek neteweyî ya nû, yekbûyî, profesyonel" ku dê "pirrengî û pirdengî" ya dewleta Sûdanê temsîl bike.
Artêş û HDK bi sûcê şer tên sûcdarkirin. HDK bi taybetî li herêmên di bin kontrola xwe de bi înfazên komî, tundiya zayendî û binpêkirinên giran ên mafên mirovan re tê sûcdarkirin.
Ne diyar e ka şerê li Sûdanê û ragihandina hikûmeteke paralel wê welat ber bi ku derê ve biçe.