Hevrêya endamên Partiya Komunaran a Şoreşgr (DKP) Nurhak Cem (Gorkem Tugal) û Bayram Alî Akdenîz (Huseyîn Cem Ozdemîr) Îmera Fera Yeşîlgoz behsa hevrêyên xwe kir ku lİ Efrînê şehîd bûbûn û got, ‘’Berxwedana hevrêyên me yên şehîd û partiya me baweweriya me ya bi serfiraziyê geştir kir.’’
Yeşîlgoz got hevrêyên wê Nurhak û Bayram Alî bi peywira nasnameyên xwe yên komunîst berê xwe dane nav têkoşîna azadiyê ya gelên çewisandî, berê xwe dana xaka şoreşê ya Rojava û Bahram Alî 2015’an, Nurhak jî 2017’an tevlî nav Partiya Komunarên Şoreşger /Hêzên Yekbûyî yên Azadiye bûne û hevrêyên wê piştî ku li eniya Silûkê û Reqayê şer kirin piştre tevlî nav şerê Efrînê bûne û Nurhak 27’ê Çile, Bayram jî 7’ê Adarê jiyana xwe ji dest dane.
‘HETA DERENGIYA ŞEVÊ DIXWEND’
Yeşîlgoz behsa hevrêyê xwe Nurhak kir û got, pir devliken û jidil bûye, di perwerdehiya fizîkî de her çendî zor lê dibû jî bi xîret bûye. Yeşîlgoz got: ‘’Nurhak heta bi derengê şevê pirtûk dixwend. Sibehê jî me perwerdeya xwe dikir. Her roj bi perwerdehiyê re bi pêş ve diçû. Piştre ji tabûra me çû. Piştî pêngava Reqayê çend mehan pê re em li pêngava Reqayê dîsa hatin cem hev. Demekê em di nav yek tîmî de bûn. Perwerdehiya xwe qedandibû û ji şer re hazir bû. Ji her tevgegerên wî diyar bû ku hazir bû. Bawerî dida û jê dihate bawerkirin. ‘’
‘WEKE MEKÎNEYA KAR BÛ’
Yeşîlgoz li ser hevrêyê xwe Bayram Alî jî dibêje, ‘’Tam weke mekîneya kar bû. Tim dixebitî. Ji her karî fêhm dikir. Lê ne baldar bû. Tim qeza dikir. Carinan bi qezayên wî em hemû dikeniyan. Lê ne ji ber ku qeza dikir em dikeniyan. Helwesta wî ya li bara qezayan em dikenandin. Mînak rojekê li Rojava zivistanê ji bo ku em xwe germ bikin me sobeya mazotê hebû. Bayram xwest ku sobê vêxe û kontrol kir bê ka li depoya mazotê mazot heye yan na.
Lê ji bo vê, ji bo ku fenera destan li cem nebû hesteyê xwe pêxist û depoya mazotê teqiya û rûyê Bayram Alî şewitî. Li gel ku rûyê wî şewitî jî bû weke ku tiştek nebûbe bi saetan tevlê jiyanê bû. Me bi zorê ew bire nexweşxaneyê. Baş e ku tiştekî giran nebû. Piştre tim din av xwe me heneka vê dikir.
‘KED BI KARAKTERÊ XWE RE KIRIBÛ YEK’
Yeşîlgoz bi berdewamî li ser Bayram Alî got, ‘’Demeke dirêj li qada çiyê mabû. Li qada çiyê jiyan bi temamî li ser kedê ava bûye. Hevrê Bayram hevrêyekî wiha bû ku rêxistinî û ked bi karakterê xwe re kiribû yek. Bi tena serê xwe radihişt kîsê 50 kîlo. Li kûdera jiyanê avakirinek hebûya Bayram Alî li wir bû. Pir ji çeka M16’ê hez dikir.’’
‘EFRÎN, NE TENÊ DAGIRKERIYEKE LI DIJÎ GELÊN HERÊMÊ BÛ’
Yeşîlgoz rêzika helbestakarekî bi bîr anî û got, ‘’Li kûderê êşa bûyinekê hebe me berê hespên xwe da wir’ û got, ‘’Şoreşa Rojava, ji destpêkê ve ji hêla şoreşger û şervanan ve, ku ji gelek deveran ve hatibûn, hate parastin. Pratîka herî berbiçav a vê hevkariyê bû Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst (TAE). TAE weke ku tê zanîn bi yekbûna şoreşger, şervanên enternasyonalîst ên ji rêxistinên Tirkiyeyî û gelek welatên cîhanê pêk hat. Ji damezirîna wê ve di hemû pêngavên azadiyê de cihê xwe girt. Herî dawî ‘hêzên şoreşger’ tevlî nav berxwedana Efrînê bûn. Efrîn, helbet ne tenê dagirkeriyeke li dijî gelên herêmê bû.
‘ARMANCA TEVAHIYA ŞOREŞA ROJAVA BÛ’
Armanc tevahiya Şoreşa Rojava bû. Tê zanîn ku faşîzma AKP’ê dixwaze şoreşa Rojava bifetisîne. Tevlêbûna nav berxwedana Efrînê berpirsyariya her kesî ye ku bawer dikin ku ew endamên şoreşê ne. Li dijî faşîzmê div eli her deverê em şer bikin. Di berxwedanê de gelek şoreşgerên Tirkiyeyî şehîd bûn. Hevrêyên me li Efrînê bi hişmendiya ku berxwedana li wir şerê li dijî faşîzmê ye li nav mewziyan cihê xwe girtin.
‘EM Ê FAŞÎZMA AKP’Ê TINE BIKIN’
Yeşîlgoz bi berdewamî got divê rewş tenê bi Efrînê re sînordar nemîne, ji bo Efrînê serfirazî tenê bi xaka ku ewlehiya şoreşa Rojava ye pêk naye û got, ‘’Dive bi heman vîn û hêzê em tecrûbeyên xwe bibin qada Tirkiyê û divê em berxwedana wir bînin asta têkoşîna azadiya Kurd.
Yeşîlgoz got, ‘’Em ê li Tirkiyê faşîzma AKP’ê tine bikin. Hevrêyên me yên nemir bi vê hişmendiyê şer kirin. Bi bawer bûn ku her guleya ku davetin li Tirkiyê wê olan bide. Niha jî berpirsyariya me ew e ku em berxwedana hevrêyên xwe lix aka ku em lê bûne û mezin bûne rêxistiniya wê bikin.’’