'Yên nêzî rêya sêyemîn in divê rola Ocalan bibînin'

Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir, bendewariya wan ji desthilatdariya li Tirkiyeyê û blokên nêzî desthilatdariyê nîne û got, hêzên nêzî rêya sêyemîn in divê rola Ocalan bibînin.

Hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn jî bi hincetên kêfî tên redkirin. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan hevdîtinên dawî yên bi Ocalan re û tecrîd nirxand.

Parlamenterê HDP'ê diyar kir, bloka AKP-MHP'ê hevdîtinên li Îmraliyê ji xwe re weke amûreke propagandayê di hilbijartinên Stenbolê de bi kar anî û destnîşan kir ku ev yek nêzîkatiyeke erzan e.

Der barê redkirina daxwazên hevdîtinên Oclaan got, "Nêzîkatiya bi vî rengî ya li Birêz Ocalan ne bi kêrî gelê Kurd tê ne jî bi kêrî gelê Tirk. Pirsgirêka Kurd mezin e. Roj bi roj bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin. Hema bêjin veguheriye şerekî di asta navîn û bilind de. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li Rêberê gelekî nayê qebûlkirin. Ji aliyê siyasî ve jî em qebûl nakin û rast nabînin. Zêdeyî 40 sal in şer diqewime û pirsgirêkek heye ku bi dehan sal in didome. Ne rast e ku hevdîtin tenê di çarçoveya hilbijartinên Stenbolê de hatibe kirin. Feraseta ku Kurdan, têkoşîna Kurdan weke pêlikekê ji bo armancên xwe bi kar tîne nerast e, em qebûl nakin."

Parlamenter Omer Ocalan diyar kir, blokên li Tirkiyeyê cuda xuya dikin dema ku mijar dibe Kurd hemû dibin yek û got, li nava meclîsê jî ev blok bi heman rengî tevdigerin.

Parlamenterê HDP'î got, "Çar partî di gelek mijaran de li hev nakin, li dijî hev polîtîkayê dimeşînin, lê dema Kurd dibin mesele, dema destketî û statuya Kurdan dibe mesele, hemû dibin yek. Bendewariya me ji van her du blokan nîne. Yên ku em behsa wan dikin sosyal demokrat, akademîsyen, femînîst û rewşenbîr in ku xwe bi xeta sêyemîn pênase dikin û nêzî xeta sêyemîn in. Divê Birêz Ocalan bixin rojeva xwe û weke muzakerevanê sereke yê vê pirsgirêkê qebûl bikin. Operasyonên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ji Pirsûsê agahî tên ku veguhestiyeke leşkerî ya mezin heye. Ji bo şer bê astengkirin divê rewşenbîr rol û mîsyona Birêz Ocalan bibînin û çalakiyan bikin."