ANALÎZ

Yên ku rehberên wan qijik be... -Selahattîn Erdem

Faşîzma AKP û MHP’ê ji bo temenê xwe dirêj bike serî li her cure derew û fesadiyê dide û di asta herî bilind de şerê psîkolojîk bi kar tîne. Divê her kes li dijî van lîstikan bi hişyarî tevbigere.

Dibêjin ku Tayîp Erdogan piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an ji kesên nêzîkê xwe re wiha gotiye: Du tiştan teqez qebûl nakim; yek, encama leşkerî ya li Kobanêyî, ya din jî encama hilbijartina 7’ê Hezîranê. Her wisa tê zanîn ku ji şeva 7’ê Hezîrana sala 2015’an ve van herdu encam red kir û li ser vê bingehê jî hewl da ku siyasetên nû saz bike. Di navenda vê helwesta siyasî ya nû de feraseta hevalbendiyê ya bi MHP’ê re heye. Ango ji 7’ê Hezîrana 2015’an ve rêberê Tayîp Erdogan serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ye. Ji wê mêjûyê û şûn ve AKP bi tevahî şemitiye ser xeta nijadperest û dijkurd a MHP’ê. 

Baş e, li gel vê jî çima bi awayekî fermî koalîsyona AKP û MHP’ê nehat avakirin? Ji xwe cihê daxê ya pirsê jî ev der e. Di rastiyê de ji 8’ê Hezîrana 2015’an ve bi awayekî fiîlî lihevkirina AKP û MHP yê heye û li dar e. Meclîsa ku di encama hilbijartinên 7’ê Hezîranê de derket holê, hat têkdan û rê li ber karê wê hate girtin. Pêvajoya piştî 1’ê Mijdarê pêkve hatiye birêvebirin. Hebûna vê lihevkirinê piştê hewldana cuntaya leşkerî ya 15 ê Tîrmehê bi awayekî zelaltir derketiye holê.

Li gel vê hê jî li holê koalîsyoneke fermî ya AKP û MHP’ê nîne. Li gel ku Devlet Bahçelî gelek caran got: Hewce bike emê rasterast beşdarê hikûmetê jî bibin. Lê ev xwestek ji aliyê Tayîp Erdogan û rêveberiya AKP’ê ve ji ne dîtî ve hate dîtin û paxav pê nehat dayin. Çima? Lewre di koalîsyoneke fermî ya herdu partiyan de, tiştekî ku herdu partî bidin hev an jî li hev zêde bikin, nîne. Berevajî gelek tiştên ku ji hev bigirin û bihelînin hene. Eger ji serî de Tayîp Erdogan bi MHP’ê re koalîsyoneke fermî saz kiriba, wê demê dê tecrîda hundir û derve ya li ser, ji ya vê gavê girantir bûbûya. Ango wê herkesî bigota: AKP çûye ser xeta MHP’ê û wê nekaribûya rûyê xwe yê rastîn binûxûmanda.

Ji ber vê jî Tayîp Erdogan û rêveberiya AKP’ê li şûna ku bi MHP’ê re koalîsyoneke fermî saz bikin, hevalbendî tercîh kirin. Ango ji destpêkê ve reng MHP’yî bûn, lê ev bi carekê re eşkere nekirin, herkesî hêdî hêdî hîn kirin û piştre nîşan dan. Di encamê de ji aliyê herkesî ve bi hêsanî hat dîtin ku Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî, AKP û MHP jî bi heman feraset û siyasetê kar dikin.  

Niha êdî her tiştî AKP û MHP bi hev re bi rê ve dibin. Ji aliyê herkesî ve hat dîtin ku Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî ji heman cawê hatine hûnandin. Encama hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi hev re têkdan. Êrîşa şerê taybet ya di 24’ê Tîrmeha 2015’an  jî bi hev re dan destpêkirin û meşandin. Di serî de artêş û polis wisa jî tevahiya dewletê şandin ser gelê Kurd û hêzên azadiyê. Bi hev re Cizîr û Sûrê û gelek bajarên Kurdan wêran kirin. Mafê destnêdanê yên parlamenterên HDP’ê bi hev re rakirin û bi hev re ew avêtin zindanê. Cuntaya Rewşa Awarte bi hev re kirin û êrîşa li ser gelê Kurd û hêzên Tirkiyeya demokratîk jî bi hev re meşandin. Çapemeniyê pêkve qedexe kirin, komelan pêkve girtin û şaredariyên DBP’ê pêkve dagir kirin.

Her wisa PYD û YPG’ê pêkve wek rêxistinên terorê îlan kirin. Cerablusê pêkve dagir kirin û hêzên leşkerî pêkve xistin erdê Suriyeyê. Bi hev re çiyayên Kurdistanê bombe kirin û bi hev re li Mûsilê li dijî pêşketina bandora hêzên Kurdan sekinîn. Bi kinahî siyaseta derve ya Tayîp Erdogan û AKP’ê bi hev re saz kirin û kirin meriyetê. 

Bêguman mirov dikare kiryarên AKP û MHP’ê hîn bêtir rêz bike, lê vê gavê ev qas bes e. Yên zana têdigihijin ku ji koalîsyonê bêtir AKP vegeriyaye reng û feraseta MHP’ê. Bêşik yê di van pêşketinan de rehberiyê dike bi dizî yan jî eşkere Devlet Bahçelî ye. Yên li pişt wî jî bi zelalî nayên zanîn. Dîsa herkes baş dizane ku di tevahiya van karên qirêj de Kemal Kiliçdaroglu jî wek destik kar dike. Çi gava ku hevkariya faşîst ketiye tengasiyê an jî xitimiye Kemal Kiliçdaroglu gihiştiye hawara wan û bi bahaneyên cihê ve eniya faşîst ji rewşa asê rizgar kiriye.

Ev rewş wisa zelal û xuya bûye ku CHP jî ketiye rewşa hevkar a koalîsyona AKP û MHP’ê, wisa jî wek alternatîfa koalîsyona faşîst li holê bi tenê HDP ya ku pêşengiya eniya demokratîk dike, maye. Ev rewşa navbuhurî ji ber ku ji bo selametiya dewletê talûke hatiye dîtin, bi hewldana guherinê re rû bi rû ma. Lewre alternatîfa desthilata vê gavê HDP ye. Demokrasiya gelan bûye alternatîfa dîktatoriya faşîst. Ji aliyê xwe ve ji bo rizgarbûna ji vê rewşê, serî li du riyan dane. A yekê, bi girtina HDP’ê ve hewldana helandinê û ya duduyan jî, bi destê Kemal Kiliçdaroglu ve derxistina muxalefeteke qelp. 

Niha pêkan xuya nake ku ev herdu rêbazên navbuhurî bi ser bikevin û dîktatoriya faşîst rizgar bikin. Lewre HDP ya girtî teslîm nabe, li ber xwe dide û wisa jî rewşa wê ya alternatîfbûna desthilatê bêtir zexm dibe. Qaşo muxalefeta Kemal Kiliçdaroglu ya li hemberê hevkariya AKP û MHP’ê ji aliyê ti kesî ve cidî nayê girtin. Her wisa ev hewldanên navbuhurî yên AKP û MHP’ê vala ne û mehkûmê wendakirinê ne.

Ji ber ku şefên AKP û MHP’ê jî baş bi vê rastiyê dizanin di demên dawiyê de serî li lîstikên nû yên psîkolojîk didin û ji bo ewlehiya xwe durist bikin, guherandinên nû di destûra bingehîn û di qanûnan de dikin. Seranser diyar e ku guherandina destûrê ya ku AKP û MHP’ê li ser li hev kirine, ji bo xelaskirina Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî ye. Devlet Bahçelî dixwaze xwe bispêre van guherandinên destûrî û li serokatiya partiyê bimîne, wisa jî hevkariya xwe ya li gel desthilatê bidomîne. Tayîp Erdogan jî dixwaze xwe ji îhtimala darizandinê ya ku her şev tê xewna wî xelas bike. Helbet ev hewldan wê nekaribin herduyan jî rizgar bikin. 

Li aliyê din, ev eniya faşîst a navbihurî giraniya xwe dide ser şerê psîkolojîk. Xwestin Bizava Azadiya Kurd bi planên komelî têk bibin lê bi ser neketin, wisa jî planên nû yên fesadiyê belav dikin. Dixwazin Bizava Azadiya Kurd ku serî netewand û têkoşîna azadiyê xurtir kir, bi metodên şerê psîkolojîk ve têk bide. Her wiha di rojên dawiyê de nûçeyên derew û vala yên wiha belav dikin: wê PKK’ê biqedînin, Îmraliyê hal bikin û partiyên nû ava bikin, wisa jî Bizava Azadiya Kurd tasfîye bikin. Ev êrîşên ku seranser ji navenda MÎT’Ê tên belavkirin, bi wê mebestê ne ku dixwazin  moral û baweriya gelê Kurd xera bikin û berxwedanê lewaz bikin. 

Di rastiyê de gelê Kurd Bizava Azadiyê ji mêj ve planên wiha pûç kirin û li ser bingeha xerakirina dîktatoriya faşîst, gihiştiye asta sazkirina demokrasiya Tirkiyeyê û hindik maye ku ev mistewa bi serkeftinê ve tacîdar bibe. Bendewariya herkesî ev e ku di Newroza pêş me de ev serkeftin pêk were. Lewre faşîzma AKP û MHP’ê li hemberê vê berxwedana demokratîk û şoreşger zêde nikare li ser piyan bisekine. Dîsa pergala global ya pê ve girêdayî, ne pêkan e ku dîktatoriya nijadperest û mezhebî ya AKP û MHP’ê qebûl bike.

Ya rastî me heftêya buhurî hişyariyên di vê derbarî de belav kiribûn. Faşîzma AKP û MHP’ê ji bo temenê xwe dirêj bike serî li her cure derew û fesadiyê dide û di asta herî bilind de şerê psîkolojîk bi kar tîne. Divê her kes li dijî van lîstikan bi hişyarî tevbigere, çalakiyên berxwedanê yên ku wê faşîzma AKP û MHP’ê bavêjin ser sergoya dîrokê geştir bikin. Navenda şerê psîkolojîk hewl dide ku vê asteng bike û çalakiyan lawaz bike. Divê hêzên demokratîk û şoreşger vê rastiyê bizanin û bêtir lez bidine çalakiyên ku wê faşîzma AKP û MHP’ê bavêjine ser sergoya dîrokê. Çawa ku ji qijikê qelî çênabe, her wisa wek Temelê Laz di kêliya dawiyê de jî be, wê Tayîp Erdogan fahm bike ku ji Devlet Bahçelî jî rehbertî çênabe.

ÇAVKANÎ YENÎ OZGUR POLÎTÎKA