'Yên ku AKP kirin desthilat, wê vê carê ji desthilatê daxînin'

Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk Hatîce Kavram diyar kir ku AKP'ê dîn ji xwe re kiriye amûrek siyasetê û got, AKP wê di vê hilbijartinê de têk biçe û ev yek jî wê bi dengê Misilmanên ku hatine bikaranîn bibe.

Endama Meclîsa Jinê ya Kongreya Îslamî ya Demokratî Hatîce Kavram hilbijartinên 24'ê Hezîranê, rastiya AKP'ê ku ji bo berjewendiyên xwe hestên Misilmanan bi kar tîne û nêzîkatiya wê ya li mijara nixumandina jinan ji ANF'ê re nirxand. Kavram destnîşan kir ku AKP wê di hilbijartinê de têk biçe û ev yek jî wê bi dengê Misilmanên ku hatine îstîsmarkirin ve bibe.

Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk Kavram da xuyakirin ku AKP ji destpêka desthilatdariya xwe û vir ve ti ji sozên xwe bi cih neaniye û anî ziman ku AKP dîn kiriye amûrek siyaseta xwe. Kavram destnîşan kir ku haya gel êdî ji vê rastiyê heye û got, "Ev pêvajo wê ji bo AKP'ê gelekî zehmet be."

Kavram bal kişand ser şîdeta ku di salên 1990'î de li jinên Misilman dihate kirin, ên ku li qadên cemaweriyê û zanîngehan serê xwe dinixumandin. Kavram got, "Wê wextê beşek hebû ku xwe oldar bi nav dikir. Di nava wan de herî zêde şîdet û zilm li jinê dihate kirin. Em jî wê wextê ji bo mafê sernixumandinê têdikoşiyan. AKP'ê mexdûriyet bi kar anî û di ser mexdûran re bû desthilat. Bi vî rengî dengê mirovên oldar bi dest xist. Bi kurtasî, AKP bi bikaranîna mijara nixumandinê bû desthilat."

Kavram da xuyakirin ku mafê nixumandina serî lê di asta destûra bingehîn de nehatiye ewlekirin û wiha dewam kir: "Desthilatdariya ku timî li ser mijara serînixumandinê siyasetê dike, mijar di asta destûra bingehîn de hê garantî nekiriye. Eger yekî din bibe desthilat, wê karibe bi heman rengî serînixumandinê qedexe bike. Tevî ku HDP'ê pêşnûme pêşkêş kir jî, nehiştin ku mafê serînixumandinê bibe qanûn. Mirovên ku hestên wan ên olî tên talankirin û bikaranîn êdî guh nadin gotinan, li pratîkê dinerin. Bala xwe didinê bê sozên xwe bi cih tînin an na."

Kavram got, "Gelê ku hestê wan ê olî tên îstîsmarkirin, wê dengê xwe nede AKP'ê" û diyar kir ku ji bilî mijûlkirina gel, AKP'ê tişek nekiriye. Kavram got, "AKP partiyeke welê ye ku bi îstîsmarkirina hestên olî yên gel bûye desthilat. Wan mirovên ku hestên wan ên olî hatine talankirin, bikaranîn û îstîsmarkirin, AKP kiribû desthilat. AKP wê bi dengê heman mirovan ji desthilatdariyê bikeve."