Yekîtiya Star destnîşan kir ku ketina Serêkaniyê ya bi destê komên çete, bi armanca valakirina herêmê tê pêkanîn û bal kişand ku bêdengiya muxalefeta Surî û Artêşa Azad jî tê wateya destdirêjiya destkeftiyên şoreşa Suriyeyê. Yekîtiya Star, li hemberî van êrîşan banga yekîtiyê û bilindkirina têkoşînê li gelê kurd û hêzên herêmê kir.
Yekîtiya Star derbarê êrîşên komên çekdar ên li Serêkaniyê û li Hesekê tecawuzkirina keça Mesîhî de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku di roja 5emîn de êrîşa komên çekdar li Serêkaniyê bi alîkarî û piştgiriya dewleta Tirkiyê dewam dike û wiha hat gotin: Di encama van êrîşan de gelê kurd şeş şervanên xwe ji bo parastina nirx û rumeta welatê xwe feda kirin. Di vî şerî de ji sedî zêdetir endamên komên çete jî hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de êrîşa li Serêkaniyê û li ser Yekîneyê Parastina Gel (YPG) hate şermezarkirin û sersaxî ji malbat û gelê Kurd re hate xwestin. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ji ber siyaset û destdirêjiyên hin hêzên derve yên dijberiya yekbûna Suriyê dikin, herêmên Rojavayê Kurdintanê ev demeke di nav aloziyê de ye, ji ber vê yekê jî ev cara sêyemîne ku êrîşî Serêkaniyê dikin.
Yekîtiya Star destnîşankir ku Serêkaniyê ji welatiyên Suriyeyê yên ku ji ber şer koç dikirin re bibû wargeheke bi ewle, lê êrîşên hovane yên ji aliyê komên ku navên wekî Hesen, Husên û neviyên Pêxember lixwe dikin û dibin navê Îslamê de van êrîşan pêk tînin, ev aramî xirab bûye. Her wiha hate gotin ev kom dixwazin herêmê vala bikin û komkujiyan pêk bînin.
Li ser armanca êrîşa li Serêkaniyê di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hinek hêz dixwazin bi riya komên çekdar xwe bigihînin herêmên Rimêlan û Dêrîkê ku çavkaniyên petrolê ne û ev tişt hatin gotin: Wek têzanîn Serêkaniyê deriyê bingehîn e ji bo gehîştina Rimêlan û Dêrîkê. Lê divê bê zanîn ku ketina Serêkaniyê bi destê komên çekdar tê wateya tevlîheviya hemû herêman.
Li hemberî êrîşan bêdengiya muxalefeta Suriyeyê û rayedarên Artêşa Azad jî di daxuyaniyê de hate rexnekirin û wiha hat gotin: Mixabin heya niha ti helwestên zelal ji opozîsyona Sûriyeyê û Artêşa Azad derneketine. Em vê bêdengiyê wekî êrîşek li ser yekbûna Surî û destkeftiyên şoreşê hesab dikin.
Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên herêmê hate kirin ku li hemberî êrîşên li dijî Serêkaniyê helwesta xwe zelal bikin û ji wan hate xwestin ku van êrîşan wek êrîşek li ser rumeta gelê Surî bibînin. Herwiha bang li hemû muxalefeta hundir û derve ya Suriyeyê jî hate kirin ku ji bo sekinandina şerê li ser herêma Cizîrê bikevin nava hewldanan, herwiha pêşî li planên dewleta Tirkiyê û rejîma Surî bigirin.
Li ser helwesta jinan a li dijî êrîşan jî di daxuyaniyê hate rawestîn û ev bang li jinan hate kirin: Em bang li jinên hemu beşên civaka Surî dikin ku li hember şerê di Suriyê de helwesta xwe diyar bikin, ji bo ku çek werin sekinandin û di pêşerojê de li şûna çekan gotin û hiqûq bicih bibe, di nava têkoşînê de bin.
Di dawiya daxuyaniyê de banga yekîtiyê li gelê kurd û hêzên herêmê jî hate kirin û hate xwestin ku têkoşînek hevpar bê meşandin da ku pêşiya planên tevlîheviyê bê girtin.
Di daxuyaniyê de bûyera tecawîzkirina keçika Mesîhî ya li Hesekê jî bi tundî hate şermezarkirin û wiha hat gotin: Tecawuzkirina keça Mesîhî, revandina Kurdên sivîl li ser rêyan û serjêkirina xortên Kurd ên ku ji artêşa Surî direvin, herwiha ji malbatan fîdye (pere) tê xwestin, pêkanînên terorîstî ne. Bi taybetî ev pêkanînên ku ji aliyê komên navê îslamê lixwe dikin ve têne pêkanîn, li derveyî ol û exlaqê ye, em bi tundî şermezar dikin.