Yekîtiya Parêzerên Rûsyayê: Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe
Yekîtiya Parêzerên Mafê Mirovan a li Rûsyayê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Yekîtiyê bang li saziyên Ewropa kir ku bila bi erka xwe rabin.
Yekîtiya Parêzerên Mafê Mirovan a li Rûsyayê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Yekîtiyê bang li saziyên Ewropa kir ku bila bi erka xwe rabin.
Yekîtiya Parêzerên Mafê Mirovan a Rûsyayê ku li Moskovayê ye, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku têkiliya Ocalan a bi cîhanê re bi giştî hatiye qutkirin, mafê axaftina telefon, televîzyon, rojname, pirtûk û mafên hevdîtina bi malbat û parêzeran re bi temamî hatiye binpêkirin.
‘BI HINCETÊN VALA TECRÎDÊ PÊK TÎNIN’
Daxuyanî wiha didome; “Ji sala 2017’an ve 100 caran daxwaza hevdîtinê ya parêzeran û 44 caran jî ya malbatê hatiye redkirin. Li aliyê din hevdîtina girtiyên din a bi malbatê re jî tê binpêkirin û têkildarî tenduristiya wan agahî nayê girtin. Ev hemû pêkanîn tê wateya binpêkirinên mafê mirovan û armanca wê jî şikandina îradeyê ye.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku sepandina tecrîdê bi hincetên vala tê kirin û divê DMME û saziyên cuda mudaxeleyî vê rewşê bikin.
Seroka Yekîtiya Parêzerên Mafê Mirovan Mariya Bast girtina Ocalan şermezar kir û got li dijî gelê Kurd jî binpêkirinên ciddî hene.
‘DIVÊ DEMILDEST DAWÎ LÊ WERE’
Bast wiha domand; “Li her cihê ku pêşiya mekanîzmayên demokratîk were girtin mafê têkoşînê ya ji bo azadiya netewî heye. Ev têkoşîn jî heta ku encam negire wê dom bike. Divê dawî li tecrîda giran were û binpêkirinên mafê mirovan jî were rawestandin.”
JI BO SAZIYÊN EWROPA BANG
Bast diyar kir ku Ocalan kesekî siyasî ye û pêkanînên rayedarên Tirkiye li dijî lîderekê raste rast tenduristî û jiyana wî dike hedef.
Bast herî dawî got divê demildest saziyên navneteweyî û yên Ewrûpa, Dadegeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê bikevin nava tevgerê û bi qasî hikumeta Tirk DMME jî ji tenduristî û ewlehiya Ocalan berpisyar e.