Yekitiya Nivîskarên Navnetewî serdana HDP'ê kir

Yekitiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN International) serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.

Heyeta Yekitiya Niviskarên Navneteweyî (PEN International) serdana Navenda Giştî ya HDP'ê kir û bi Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, alîkarên Hevserokên giştî yên  HDP'ê Fatma Kûrtûlan, Sarûhan Olûç û Sezaî Temellî re rûnişt.

Heyeta PEN'ê diyar kir, ji ber zextên li azadiya îfadekirinê û lêpirsînên li dijî rojnamevan û nivîskaran hatine vekirin, ew ji rewşa li Tirkiyeyê bi fikar in. Heyeta PEN'ê bal kişand ser rewşa awerte û wiha got; "Hikûmeta AKP'ê rewşa awarte di aliyê xirab de bi kar anî û xwe îfadekirin û azadiya çapemeniyê kêm kir. Zextên li ser çapemeniyê ji bo Tirkiyeyê ne rewşekî nû ye û piştî hewldanên darbeyê ev rewş bi zêde derketiye pêş."

'EM BI WERE NE'

Heyet li dijî êrîşên li ser HDP'ê piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê diyar kir û got, "Em bi we re ne."

Nûnerên HDP'ê jî li ser Rewşa Awarte û serdema beriya wê, li ser bûyerên li welêt diqewimin, rapor û dosyayeke berfireh radestî heyetê kir. Her wiha êrîşên li dijî HDP'ê û mûxalefeta demokratîk vegot.

Wekî din nivîsa Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a bi navê 'Halep Ezmesi' radestî heyeta PEN'ê hat kirin.