Yekîtiya Ewropa: Bila Tirkiye leşkerên xwe vekişîne

Rêveberên Yekîtiya Ewropayê dagirkeriya dewleta Tirk careke din şermezar kirin û ji Tirkiyeyê xwest ku yekîneyên xwe yên leşkerî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîne.

Di roja destpêkê ya civîna bilind a rêveberên Yekîtiya Ewropayê de deklarasyonek der barê dagirkeriya Tirk hate weşandin.

Di deklarasyonê de hate gotin, "Konseya Ewropa daxuyaniya DYE û Tirkiyeyê ya ji bo rawestandina operasyonên leşkerî not dike. Konseya Ewropa careke din bang li Tirkiyeyê dike ku hewldanên xwe yên leşkerî bi dawî bike û yekîneyên xwe vekişîne."

Rêveberên Yekîtiya Ewropayê "Destwerdana leşkerî ya yekalî ya Tirkiyeyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bû sedema êşên giran ên însanî, têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê lawaz kir û gefeke giran li ewlekariya Ewropayê dixwe" şermezar dike.

Rêveberên Ewropayê biryarên ji bo rawestandina lîsansên firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bi bîr xistin.