Yekîneyên Tolhildanê li Mêrsîn û Amedê çalakî li dar xistin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryan li Mêrsîn û Amede çalakî li dar xistin.

Yekîneyên Tolhildanê di daxuyaniyên xwe de gotin ku “Li Mêrsînê 4 wesayîtên şîrketeke tûrîzmê hatin îmhakirin û li Amedê jî li dijî kulûbe û avahiyên polîsan çalakî hate lidarxistin.

Di 30’ê Cotmehê de saet di 21.30’an de endamên yekîneya me bi fîşekên hewayî ji gelek alîyan ve li gerînendetiya emniyetê ya Amedê û kulûbeyan daye. Di vê çalakiyê de derb li kulûbeyên dagirkeran û avahiyê hatiye xistin.

Di 22’ê Cotmehê de jî li navçeya Anamûrê ya Mêrsînê 4 wesayîtên şîrketeke tûrîzmê hatine şewitandin û îmhakirin.”