Yekîneya Tolhildanê li 7 bajaran li dijî komploya 15’ê Sibatê çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Xakurkê ji Amedê heta Kayseriyê li gelek bajaran li dijî faşîzma AKP û MHP’ê çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Xakurkê li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakî kir. Li Amed, Êlih, Îzmîr, Edene, Stenbol, Konya û Kayseriyê çalakî hatin kirin.

Yekîneya Tolhildanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir, “Em li ser şopa gelê xwe û şehîdên xwe ne, yên ku li hemberî komploya navneteweyî li dora Rêber Apo bûn xeleqa ji agir. Agirê me yê azadiyê dewleta faşîst a AKP û MHP’ê aniye ber asta hilweşandinê.

Berxwedana dîrokî ya Garê nîşanî me da ku, li ku derê dibe bila bibe komployên li dijî Rêbertiya me û gelê Kurd wê bi rêgezên berxwedana milîtanên Apoyî werin pûçkirin û biçe sergoyê dîrokê.”

HÊZÊN DEWLETA TIRK Û HEVKARÊN WAN HATIN CEZAKIRIN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Xakurkê derbarê çalakiyên rojên dawîn agahî da:

“AMED

Di 12’ê Sibatê de li Taxa Kaynartepe ya Amedê pankarta ‘Wê dawî mûhteşem be’ a bi bombeya deng hate daliqandin.
13’ê Sibatê: Li Deriyê Mêrdînê trafoya saziya elektrîkê ji aliyê yekîneyên me hate teqandin û îmhakirin.
13’ê Sibatê: Li Yenîşehîra Amedê wesayîta markaya Ford a aîdî îdareya elektrîkê hate şewitandin.

FARQÎN

9’ê Sibatê: Li Taxa Kelehê yekîneyên me bi molotofan li mala nokerê bi navê K.H. da.
10’ê Sibatê: Li Taxa Selahattînê bi bombeyên dengan li wesayîta polîsê dewleta Tirk hate xistin.
14’ê Sibatê: Li Taxa Mescîtê li herêma YÎBO’yê bi fîşekên hewayî û bombeyên dengan li polîsên tevgera taybet hate xistin. Polîs ketin panîkê û gule bera hewa dan. Yekîneya me bi selametî gihiştiye cihê xwe.
14’ê Sibatê: Li Taxa Mescîtê ji bo silavkirina hevalên li Garê û naletkirina komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêbertî bi fîşekên hewayî çalakî hate kirin.
15’ê Sibatê: Li Taxên Konak û Camî li ser tecrîdê nivîs li ser dîwaran hatin nivîsandin.
15’ê Sibatê: Li Taxa Mescîtê bi fîşekên hewayî li wesayîta zirxî ya Akrebê hate xistin, wesayît ji neçarî ji qadê derketiye.
16’ê Sibatê: Li Taxa Tekelê ji bo piştgiriya berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê bi sloganan meş hate kirin.
16’ê Sibatê:Li Taxa Konakê li derdora Dibistana Navîn a Farqînê li dikana şuştina wesayîtan a Anitê li dijî tiryakfiroşan çalakî hate kirin. Dema ku wesatîya zirxî hate qadê bi bombeyên dengan û fîşekên hewayî çalakî hate kirin.

ÊLIH:

12’ê Sibatê: Li Êlihê karxaneya Hamîdiyan a ku bi dijmin re bûne yek, dikevin îhaleyan, li ÎŞKÛR’ê kar belav dike û civakê mecbûrî AKP’ê dike, xizmeta faşîzma AKP’yiyan dikin hate şewitandin.
13’ê Sibatê: Li Taxa Hîlalê li wesayîta serwîsê ya marketa SEÇ hate xistin a ku li alaya leşkerên Tirk kantîn vekiriye û tevlî îhaleyên wan dibe.
13’ê Sibatê: Li Taxa Yeşîltepe du trafo hatine şewitandin.
14’ê Sibatê: Li navenda Êlihê û gundê Kiztepe, li taxên Çamlitepe, Beşevler, Hîlal û Baglarê posterên Rêbertî hatin daliqandin.
15’ê Sibatê: Li Taxa Hîlalê firoşkarên tiryakê H.K. û E.D. ên ku berê hatibûn hişyarkirin lê wan dîsa xizmet ji dijmin re dikirin, ji ber ku ciwanan jehrî dikin hatine cezakirin.
15’ê Sibatê: li Taxên Pazaryerî, Baglar, Petrolkent û Yeşîltepeyê bi sloganên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Ciwan fedaîyên Rêber Apo ne’ agir bi tekeran hate xistin û komploya 15’ê Sibatê hate naletkirin.

ÎZMÎR

15’ê Sibatê: Li sîteya sanayiyê ya li Torbaliya Îzmîrê tîmên me depoyek şewitandin.
15’ê Sibatê: Li Alsancaka Îzmîrê pankarteke li ser tecrîdê ya bi bombeya deng hate daliqandin û li ser dîwaran nivîs hate nivîsandin.

EDENE

Di 13’ê Sibatê de kepçeya şaredariya Kuçuk Dîkîlî ya Edeneyê hate şewitandin û îmhakirin.

STENBOL

Di navbera 1-14’ê Sibatê de li sê herêmên Stenbolê 15 wesayîtên aîdî saziyên dewletê hatin şewitandin.
Di 11’ê Sibatê de li Ataşehîra Stenbolê marketeke faşîstan hate şewitandin.

KONYA

10’ê Sibatê: Li Taxa Merkezê ya Konyayê li ser dîwaran nivîs hate nivîsandin, 4 wesayît hatin şewitandin.

KAYSERÎ

6’ê Sibatê: Li sê taxên navenda Kayseriyê derbarê tecrîdê nivîs li ser dîwaran hate nivîsandin.”