'Yekane lîderê ku li aştiyê difikire Ocalan e'

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek destnîşan kir, ku aştî bi têkoşînê dikare bê afirandin û got, "Li vî welatî, yekane lîderê ku li ser aştî û demokratîkbûnê difikire, Birêz Ocalan e."

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaxê Stenbolê Cengîz Çîçek, nêrînên muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser aştiyê nirxand. Çîçek destnîşan kir, ku azadiya lîderekî ku ewqasî li ser aştiyê difikire û radiweste, wê di heman demê de bibe bingeha afirandina mercên aştiyê li ser vê axê.

Çîçek anî ziman, sîstema serwer nêrîn û sîstema xwe ya aştiyê dihûne, Ocalan jî hewl dide aştiya gelan û felsefeya jiyana bi hev re ya demokratîk a gelan biafirîne. Çîçek got, "Li vî welatî, dema qala aştiyê tê kirin, yekser pirsgirêka Kurd tê bîra mirovan" û wiha dewam kir: "Di bingeha felsefeya aştiyê ya Birêz Ocalan de doza Kurd heye. Aştiya ku Birêz Ocalan qalê dike, aştiya serdestan nîne. Aştiya serdestan ji heqîqetê û rastiya civakê qut e. Çînên serdest, zimanekî bi vî rengî yê aştiyê afirandin. Gotina aştiyê ya Birêz Ocalan jî, formuleke jiyana bi hev re ya bindestan, gel û baweriyên cuda ye, ku di çarçoveya têkoşînê de tê afirandin. Yanî aştiyeke bê rûmet, aştiyeke li nava gorê, aştiyeke koledariyê nîne."

'AFIRANDINA DÎPLOMASIYA GEL A ŞOREŞGER'

Çîçek bi bîr xist, ku sîstema heyî ev 90 sla in xwe li ser neçareseriya doza Kurdî afirandiye û got, "Di pêvajoya çareseriyê ya dawiyê de derket holê ku hemû hewldanên desthilatdariya AKP'ê, ji bo qewînkirin û mayindekirina desthilatdariya xwe bû. Haya Birêz Ocalan ji vê yekê hebû. Her gavê di hevdîtina heyetan de ev rastî ji raya giştî re eşkere kir. Birêz Ocalan gotibû, 'min jî dizanîbû ku tişta di pêvajoya çareseriyê de hate meşandin operasyona dewletê ye'. Gotibû, ku tevî vê operaysona dewletê jî divê ew têkoşîn û operasyona xw eya demokratîk û şoreşgerî bikin.  Çawa ku dewletê hewl da hêzên netewperest û dewletperest ber bi aliyê xwe ve bikişîne, Birêz Ocalan jî bi dîplomasiya gel a şoreşgerî hewl da li ber vê bisekine. Ev sekneke gelekî zelal e. Serketina dîplomasiya gel a şoreşger tê wateya, avakirina aştiyeke rasteqîn li Tirkiyeyê."

'AŞTÎ BI DESTVEKIRINÊ NABE'

Çîçek destnîşan kir, ku aştî ne tiştekî welê ye ku bi destvekirinê bê bi dest xistin û got, "Aştî tiştekî welê ye ku bi têkoşînê dikare bê afirandin Bêguman ev yek karê têkoşîna hevgirtî ya civakên rêxistinbûyî ye. Feraseta me ya aştiyê li qesrê nîne, feraseta me ya aştiyê li kolanan, li her qadên jiyanê ye. Eger mirov karibin li her qada jiyanê aştiyê ava bikin, hingî mirovê serketî bin."

'BIRÊZ OCALAN ŞENS DA DEWLETÊ'

Di dewama axaftina xwe de Çîçek diyar kir, ku modela Xweseriya Demokratîk şenseke ku Ocalan di rêya çareseriyê de daye dewletê û wiha dewam kir: "Divê mirov bêjin, li vî welatî yekane lîderê ku li ser aştî û demokratîkbûnê difikire Birêz Ocalan e. Ev rastiyeke zelal e. Mirov vê rastiyê di parêznameyên wî de jî dibînin. Kurd, di sedsala 21'ê de bi pêşengiya Birêz Ocalan li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê bûne mizgîniya aştiyê."

Çîçek ragihand, ku ji bo nava aştiyê neyê pûçkirin, Ocalan timî aştiyê tîne ziman û ji bo wê têdikoşe. Çîçek got, "Di bingeha lêgerîna aştiyê ya Birêz Ocalan de ev heye; pirsgirêka Kurd ne tenê Kurdan êsîr digire. Ne tenê Kurdan di nava şert û mercên koledariyê de dihêle. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd di heman demê de civak û hindikahiyên bi Kurdan re dijîn, di nava mercên koledarî û dîlgirtinê de dihêle. Ev neçareserî her wiha pêşî li demokrasî û aştiyê jî digire."

'YA KU LI SER KURDAN TÊ FERZKIRIN, KEFENÊ KURDAN E'

Çîçek destnîşan kir, ku di navenda çareseriya meseleya Kurd de Ocalan heye û wiha dewam kir: "Dema ku em îro qala tenduristî, ewlekarî û azadiya Birêz Ocalan dikin, em qala şexsekî nakin. Azadiya lîderekî bi vî rengî ku ewqasî li ser aştî û demokrasiyê radiweste, di heman demê de afirandina mercên aştiyê li ser vê axê ye. Ji ber vê yekê em timî vê dibêjin; nêzîkatiya li Birêz Ocalan, nêzîkatiya dewletê ya li meseleya Kurd e. Polîtîkayên milî yên dewletê yên li ser Îmraliyê di heman demê de polîtîkayên milî yên li hemberî pirsgirêa Kurd e. Tişta ku dewlet li ser Birêz Ocalan ferz dike, kefenê Kurdan e."