Yekitiya Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Alî Şahîn ku piştî komkujiya Parîsê ya ku têde sê jinên Kurd ên siyasetmedar hatibûn qetilkirin gotibû “bûyerên wek ya Parîsê dibe li Almanyayê jî biqewimin” da û ji hukûmeta Almanyayê xwest ku vê daxuyaniya Şahîn zelal bikin.
Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Alî Şahîn gotibû: “Ez ditirsim ku dibe di van rojên pêş de bûyerên weke ya Parîsê li Almanyayê jî biqewime. YEK-KOM’ê aşkere kir ku Şahîn bi van daxuyaniyên xwe bi awayeke yekser Kurdan tehdît dike û got: “Ev dibe sedem ku hukûmeta Tirk li Almanyayê cinayetek pêk bîne?”
YEK-KOM’ê bi bîr xist ku piştî komkujiya li Parîsê li dijî cihên Kurdan êên li Gent, Viyana, Avignon û Mulhouseyê êrîş pêk hatin û destnîşan kir ku Şahîn bi van daxuyaniyên xwe Kurdên li Almanyayê dijîn kiriye hedef. YEK-KOM’ê binê wê yekê xet kir ku hukûmeta Tirk dest ji polîtîkayên xwe yên tundiyê bernade û got: “Gelê Kurd nîşan daye ku ji êrîşên dewleta Tirk natirse û bi protestokirina qetilkirina sê jinên Kurd li seranserê cîhanê vê yekê nîşan daye.”
YEK-KOM’ê destnîşan kir ku Şahîn bi vê daxuyaniya xwe gef li Kurdan xwariye û diyar kir ku peyam daye hukûmeta Berlînê ku li hemberî Kurdan polîtîkayên krîmînalîzekirin û êrîşan zêde bike. YEK-KOM’ê ev bang li hukûmeta Alman kir: “Divê hukûmeta Federal a Alman aşkere bike ka gotinên Şahîn tê çi wateyê û divê tiştên li pişt gotinên wî aşkere bike.”