Yek al, yek netewe û qeyûm!
Êrîşa li ser vîna gel, ku bi desteserkirina 28 şaredariyan dest pê kir, bênavber dewam dike. Hêzên dewleta Tirk li dora avahiyên şaredariyan dîwar lê kirine, bend danîne û bi vî rengî veguherandine qereqolê.

Li van şaredariyên ku bi rêjeyeke ji sedî nodî ya dengan hatine bidestxistin, alîkarên walî û qeymeqamên Tirk weke qeyûm li şûna hevşaredaran hatine bicihkirin. Weke karê destpêkê jî van qeyûman tabelayên bi zimanên Kurdî û Ermenî ji avahiya şaredariyê kirin û li şûna wan alên mezin ên Tirk daliqandin. Van qeyûmên bi hejmareke zêde ya leşker û polîsan ketin avahiyên şaredariyan, mijara 'yek al, yek welat, yek netewe' ku xwe dispêre rastiya netewe dewletê, careke din nîşan dan.
Ev netewe dewlet çi ye? Bi sîstemeke qetlîamker a xwe dispêre asîmîlasyon û înkarê re hemû cihêrengî û her tiştên rengîn difetisîne, li şûna wê cîhanek reş û tarî ava dike; li ser her kesî ferz dike ku bi heman zimanî baxive, heman olî pîroz bike, ji neçarî xwedî li heman rastiyan derkevin û nifşên ku haya xwe ji dengekî cuda nîne, bafirîne. mirovan van mînakan dikarin zêde bikin.
Ji roja destpêkê heta niha, dema mirov karê van qeyûman binirxînin; ji xweranegirtina li tabelayan heta girtina saziyên jin û zarokan ên şaredariyê, nenivîsandina tîpên 'x, w, q' ên gundên Kurdan, wê were dîtin, ku ya tê kirin ne bûyereke şexsî û ji rêzê ye. Ev karê qeyûman polîtîkayeke asîmîlasyonê ya bi rêk û pêk e û bi vê yekê ve hewl tê dayîn hişmendiya neteweyî ya Kurdan ji holê were rakirin.
Ji ber vê yekê, dewlet yanî qeyûm saziyên jinan digire û pêwendiya mirovên li van saziyan dixebitin bi şaredariyê re dibirin. Baş dizane ku nikare bi guhertina ji aliyê jinên zane ve di nava civakê de were afirandin. Kreş û saziyên zarokan ên bi zimane dayikê perwerdeyê dikin, digire. Ji ber ku dizane; zarokên zimanê xwe yê dayikê dinasin û pê dijîn, bi ti awayî asîmîlasyon û mêtîngeriyê qebûl nakin. Wekî din, avahiyên şaredariyê vediguherîne qereqolê û li dora van avahiyan dîwêr lê dike, bi maşînên zirxî bendan çêdike. Ji ber ku dizane, gel wê ji bo parastina vîna xwe bikeve nava tevgerê.
Tevî bi dehan komkujiyên weke encama polîtîkaya asîmîlasyonê di dîroka komarê de hatine kirin jî, xuya ye gelê Kurd wê têkoşîna xwe ya ji bo ziman, çand û hebûna xwe, her bidomîne.