Yegîn: Xwerêveberî bersiva herî baş e
Metîn Yegîn got, "Li cîhanê gelek caran reforma xakê hat kirin. Xwerêveberiyên li Kurdistanê, eger xakê li jinan belav bike, wê yekemcar jinbûyîna xakê pêk were."
Metîn Yegîn got, "Li cîhanê gelek caran reforma xakê hat kirin. Xwerêveberiyên li Kurdistanê, eger xakê li jinan belav bike, wê yekemcar jinbûyîna xakê pêk were."
Metîn Yegîn destnîan kir ku bersiva herî baş a li hemberî êrîşên li Kurdistanê, îlana xwerêveberiyê ye.
Metîn Yegîn got, "Li cîhanê gelek caran reforma xakê hat kirin. Xwerêveberiyên li Kurdistanê, eger xakê li jinan belav bike, wê yekemcar jinbûyîna xakê pêk were."
Rojnamevan, nivîskar Metîn Yegîn ji ANF'ê re peyivî.
'DEMOKRATÎZEKIRINA XAKÊ, CIVAKÎKIRINA WÊ YE'
Yegîn diyar kir ku hikûmeta AKP dixwaze bi êrîş û komkujiyên li bajarên Kurdistanê re gel bêçare bike, çavtirsî bike û ragihand, k bersiva herî baş a li hemberî van êrîşan, xwerêveberî ye. Yegîn ev xal destnîşan kir:
"Xwerêveberî yanî demokrasiyeke tevlîkar a radîkal, bi tenê ji xweparastinê pêk nayê. Rewabûna xweparastinê jî bi tenê bi xendekan ne bisînorkirî ye. Ji daxwazên veguherîneke civakî derdikeve holê. Mînak; weke şoreşa Spanyayê eger xak, bi taybetî jî xaka li bajaran li xizanan, li mirovên bê mal, bi taybetî jî li jinan bihatina belavkirin, ev yek dikarîbû dînamîkeke civakî bida pêwîstiya xwerêveberiyê. Hînê jî ev yek dikare bê kirin. Lê bifikirin; xwerêveberî wê yekser pirsgirêka xanî çareser bike, mafê stargehê bixe meriyetê. Ev yek demokratîzekirina xakê ye, civakîkirina xakê ye."
Metîn Yegîn da xuyakirin ku li cîhanê gelek caran reforma xakê hatiye kirin û desnîşan kir ku xwerêveberiyên li Kurdistanê, eger xakê li jinan belav bike wê yekemcar jinbûyîna xakê pêk were. Yegîn got, "Pêkhatina vê yekê li Rojhilata Navîn, li erdnîgariyeke ku jin lê tine tê hesibandin, wê bandoreke gelekî mezin li cîhanê bike. Wê bibe şoreşek."
'TI FEYDEYA SEROKATIYÊ JI BO GELAN NÎNE'
Yegîn da zanîn ku sîstema serokatiyê ya li Tirkiyeyê nîqaş li ser tê kirin, dema li gorî rewşa li welatên Latîn Amerîkayê bê nirxandin, tê dîtin ku ji bo gelan ne tiştekî serketî ye û got, "Dibe ku gelê Venezûellayê ji ber Chavez xwedî hin destketiyan e, yan jî hinekî ji ber Evo Morales hinekî destketiyên xwe hebe. Lê belê ji van û pê ve çi aliyê xwe yê serketî heye? Hema hema her kes li ser ya li Latîna Amerîkayê diaxivin. Serokatî, lê kîjan serokatiya li Latîn Amerîkayê? Mînak li Brezîlayyê di dema destpêkê ya Lûla de Lûla serok bû, lê li parlamentê û senatoyê piraniya kursiyan did estê ragiran de bû. Û hema bêjin Lûla qet nikarîbû tevbigeriya. Yan jî Evo Morales, tevî ku serok e, ji bo reforma xakê ya ku bi referandûmê hat qebûlkirin, bi tenê ket greva birçîbûnê. Wezîrê çandiniyê yê Bolîvyayê li cem min bi hevalê min ê lîderê Tevgera Mirovên Bêxak re axivî û jê re got, 'ji bo reforma xakê, ji bilî rakirina çekê ti care nîne'. Serokatî baş e kîjan serokatî? Carekê serokatiya li Meksîkayê nîşan dan. Ev welat bi serokên kartelên komên narkotîkê, bi walÎ û serokên eyaeltan ên lîderiyê ji wan re dike, tijî ye. Hemû serokên nelirêtiyê ne."
Yegîn da zanîn ku serdest û Serokkomar Tayyîp Erdogan, ji ber ku li dijî xwerêveberî û demokratiyeke tevlîkar a radîkal derdikevin, di sîstema serokatiyê de israr dikin û got, "Mixabin me şoreş pêk neanî û di nava sîstemeke cuda ya hiqûqê de em neçarin demokrasiya tevlîkar a radîkal û xwerêveberiyê pêk bînin.
'XIZAN LI SER PÊWÎSTIYAN BI RÊXISTIN DIBIN'
Yegîn diyar kir ku li welatên Latîn Amerîkayê, piştî darbeyê leşkerî çep û sosyalîstan bi rê û rêbazeke desthilatdarî bi dest xistin, lê belê li Tirkiyeyê ev bi ser neket. Yegîn got, "Ji bo Latîna Amerîkayê nepêkane ku mirov bersivên giştî bidin, lê belê tevî vê yekê jî eger mirov tiştekî giştî bilêv bikin, dikarin bêjin 'tevgerên civakî yên li ser pêwîstiyan xwe bi rêxistn kirine' encama mûxalîfên bi bandor e. Tevgerên civakî ev bi ser xistin an jî gavek ji vê pêş de neavêtin. Beriya 1980'ê ku li Tirkiyeyê çep, şoreşger bûn xwedî rewşeke girseyî, rewş bi vî rengî bû. Ji ber ku mafê stargehê diparast, ewçend girseyî bû. Tevgaer Kurd jî bi î rengî ye. Ji ber ku ji bo nasnameyê, têkoşîna man û nemanê dimeşîne ewçend girseyî bûye. Ji ber ku xizan bi tenê li ser pêwîstiyên wan tên birêxistinkirin."