YDG-H: Em her cihî bikin Kobanê
YDG-H: Em her cihî bikin Kobanê
YDG-H: Em her cihî bikin Kobanê
YDG-H li gel YDGK di serî de li ciwanên Bakurê Kurdistanê li hemû ciwanên Kurd lê ne banga, “Şoreşa lehengan li Kobanê bilind kirine veguherînin berxwedanê” kir.
YDG-H li gel YDGK bal kişande ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li Kobanê ku ketin di roja 13. de û belavokeke hevpar a banga berxwedanê li ciwanan dike weşandin. Di belavokê de wiha hat gotin: “Divê hemû ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyê tevlî şer bibin û pêşengiyê ji serhildanan re bikin.”
Di belavokê de ku hat gotin, “Îro roja şoreşê ya herî pêwîst e” wiha dewam kir: “Her tişta em bikin divê niha bikin. Berxwedana li Kobanê lehengên şoreşê bilind kirine li her cihê em lê ne bikin Kobanê û biçin eniya şoreşa Kobanê, soza xwe ya me ji bo gelan daye bînin cih.”
Di belavokê de hat diyarkirin ku hêza bingehîn a DAIŞ a weke “çeteyên xwînxar” binav dike xwedî dike dewleta Tirk e û wiha hat gotin:
“AKP DAIŞ e. DAIŞ AKP ye. Me ev di rewşên herî ber çav ên nêzikatiyên li ser sînor dijî gelê me, sewqiyata cebilxaneya ji aliyê leşkeran ji bo DAIŞ û di bêdengiya li hemberî rêxistinbûna DAIŞ a li bajêran de, dît.”
Di belavokê de li ciwanan banga bê hesab tevlî şoreşê bibin hat kirin wiha got: “Hemû sazî, kesên xûlamtiya DAIŞ dikin, dewlet û AKP hedefa me ne.”
Di dawiya belavokê de hat gotin “Wê Bakurê Kurdistanê bibe Kobanê” û wiha dewam kir:
“Em dizanin tenê kêliyeke ku em winda bikin jî nîne. Wê Bakurê Kurdistanê bibe Kobanê. Em bang li hemû ciwanan dikin da ku ji niha ve serhildanan biafirinin û di eniya şoreşê de bibin gerîla. Roj roja nivîsandina dîrokê û derxistina dagirkeriyê ji Kurdistanê ye.”