YDG-H: Dem dema serhildanê ye
YDG-H: Dem dema serhildanê ye
YDG-H: Dem dema serhildanê ye
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) piştî qetilkirina du ciwanên kurd ya li Geverê banga serhildanê kir û got her der derê bikin kaleha berxwedanê.
YDG-H’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Gelê me yê welatparêz ji bo ku êrîşa li dijî gorên şehîdan proteseto bikin, hatin cem hev û polîsên tirk li dijî wan komkujiyek pêk anî. Hikûmeta AKP û polîsên xwe li aliyekê propagandaya pêvajoyê dikin û li aliyê din jî komkujiyan pêk tîne. Çi ket ser milê me, ji bo pêvajoyê me kir. Niha jî emê bikin. Peywira îro ji kujeran hesabpirsîne. Hedef diyar e; polîsê kujer û AKP ye.
Roj roja serhildanê ye. Roj roja berpiriyariya xwe anîn cihe. Em jib o vê hene. Li hemû qadan divê bi ruhê serhildanê çalakî pêk bên. Divê em her derê bikin keleha berxwedanê. Emê li dijî vê komkujiya AKP’ê bêdeng nemînin.