Nivîskar Yaşar Kemal têkildarî wefata Serokê Giştî yê KADEP’ê û Parlementerê Amedê Şerafetîn Elçî peyamek weşand û got; “Tirkiyeyê di lêgerîna demokrasiyê de, dengekî bi namûs û xwedî gotina xwe winda kir.”
Nivîskar Yaşar Kemal di daxuyaniya nivîskî dayî de da diyarkirin ku, Şerafetîn Elçî siyasetmedarekî dîrok, çanda û wêjeya Kurdan ji kûrahiyê ve dizanî, pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopand.
Kemal destnîşan kir ku, Tirkiyeyê di lêgerîna demokrasiyê de dengekî binamûs û xwediyê gotina xwe winda kir. Kemal got; “Serê her kesê dixwaze li Tirkiyeyê weke mirovan û birayan jiyan bike sax be. Ew qehremanek bû.”