Daxuyaniya hevpar wiha ye:
"Mafê hilbijartinê ku bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin careke din hatine binpêkirin. Îradeya ku gel di hilbijartinên xwecihî de nîşan da hate desteserkirin. Desthilatdariya siyasî ku ya bi hilbijartinê nekarî bi dest bixe hewl dide bi bêhiqûqî û zordariyê bi dest bixe, qeyûm danî pênc şaredariyên HDP'î.
Bi bêhiqûqiya biryarnameya di hukmê qanûnan de 6 şaredarî hate desteserkirin. Hejmara şaredariyên HDP'î yên qeyûm li wan hate danîn jî bû 45. Şaredarên ku li dijî wan ti biryareke dadgeriyê ya misoger nîne, lê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û beşek ji wan hatin girtin.
Di encama tayînkirina qeyûman de îradeya zêdeyî sê milyon hilbijêrî tine hate hesibandin.
Bi tinehesibandina îradeya hilbijêrên HDP'î re desthilatdarî bêhiqûqiyê berfireh dike ku şaredariyên mûxalîf hemûyan daqurtîne. Şaredarên ji partiyên mûxalîf ji wezîfeyê tên girtin û astengiyên li derveyî hiqûqê daîtinin pêşiya karên şaredariyê ji bo bersivê nedin pêwîstiyên gel.
Desthilatdarî bi tayînkirina qeyûman û lawazkirina erka rêveberiyên xwecihî hewl dide rêveberiyên mûxalîf bêbandor bike. Desthilatdariyê tayînkirina qeyûman ji xwe re kiriye rêbazeke rêvebirinê û bi vî rengî ji bo zexta li mûalefeta siyasî, tinekirina îradeya gelê xwecihî û astengkirina rêxistiniya gel a li qada herêmî bi kar tîne.
Em li ber vê helwesta desthilatdariyê radibin ku li dijî destûra bingehîn û hiqûqê ye. Divê şaredarên ku ji wezîfeyê hatine dûrxistin tavilê li wezîfeyê bên erkdakirin û zextên li ser rêveberiyên xwecihî bi dawî bibin.
Li pêşberî binpêkirina mafê hilbijartinê, tinehesibandina îradeya gel û bêbandorkirina rêveberiyên xwecihî em ê bêdeng nemînin."
PARTÎ Û RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL
Partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên mohra xwe danîne binê daxuyaniyê wiha ne:
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)
Partiya Şoreşger
Partiya Kedê (EMEP)
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP)
Malên Gel
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)
Partiya Çep
Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP)
Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst (SYKP)
Partiya Azadiyê ya Civakî (TOP)
Pariya Karker a Tirkiyeyê (TÎP)
Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP)
Partiya Kesk û Paşeroja Çep