Kevneşopiya Çapemeniya Azad, ji ber ku di salên 1990'an de perdeya derewan çirandin û "Rastî di tariyê de nihiştin" rastî hemû zext û tundiya dewletê hat. Kevneşopiya Çapemeniya Azad ku wê demê zêdeyî 70 rojnamevanên wê hatin kuştin, wekî wê demê îro jî têkoşîna xwe ya ji bo ronîkirina rastî û heqîqetê berdewam dike. Li dijî hemû zext û zordariyan, binçavkirin, girtin, sansur, îşkence bombekirinê bi serbilindî ala heqîqetê li ba dike. Ji wê demê heta niha bi şîara "Rastî wê di tariyê de nemînin."
Di salên 1990'an de bi biryarên Desteya Ewlehiya Neteweyî, (MGK), fermana Waliyên OHAL'ê, tetîkêşên JÎTEM û Hizbul-kontrayê Musa Anter (Apê Musa), Yahya Orhan, Cengiz Altun, Hafiz Akdemir, Ferhat Tepe û Huseyin Deniz jî di navde zêdeyî 70 rojnamevan hatin kuştin. Ligel fermana gladyoya serdema Tansu Çîller-Dogan Gureş-Mehmet Agar a "bêdeng bikin" jî Çapemeniya Azad wekî çukê anka ji nûve ji xweliya xwe zindî bû. Çapemeniya Azad a kurd bêdeng nebû û nehat bêdêngkirin û îro jî kevneşopiya xwe berdewam dike. Bêtir xwe bi rêxistin û mezintir kir. Îro li Ewropa û Rojava jî kevneşopiya weşanê berdewam dike û belav bûye. Rojnamevanên kurd ku li Kurdistanê rastiya şewata gundên kurdan, kuştinên "kujer nediyar" aşkere kirin û ronî kir û ji bo rastiyê canê xwe dan, piştî salên 2000'an jî ji bo ser kuştina Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Aydin Erdem, Enes Ata, Medenî Yildirim û Kemal Kurkut û bi sedan zarok û ciwanên ku dewletê kuştin ronî bike kedek mezin dan.
Di nava vê kevneşopiya çapemeniya azad de rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê dema faşîzma DAIŞ'ê ronî dikir ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kuştin. Ayfer Serçe li Rojhilat di êrîşa Îranê de hat qetilkirin. Nujiyan Erhan li Şengalê li dijî dagirkerî û metîngeriya DAIŞ û hevkarên wê hat qetilkirin. Rohat Aktaş jî di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin. Burhan Karadenîz û Bahattîn Karatuk û gelek rojnamevanên din jî bi heman rengî li sirgûnê dema li pey heqîqetê bûn jiyana xwe ji dest dan.
Çapemeniya Azad a kurd ku duh di bin lûleyên çekan de rojnamevanî dikir û heqîqet ronî dikir, îro jî di bin siya KHK'ê ya Serokê AKP'ê Erdogan de rastiyan ronî dike. Faşîzma Erdogan-Bahçelî li şûna kuştinê, bi îşkence, binçavkirin û girtina saziyan û rojnamevanan heman komkujiyê pêk tîne. Erdogan ku 15'ê Tirmehê wekî lutfa xwedê dît, piştre bi OHAL û KHK'Yan her tişt xist bin kontrola xwe. Yên ku nakevin bin kantrola wê jî binçav dike, digire û sansur dike. Çapameniya kurd ku li dijî vê zilm û zordariya AKP'ê serî natewîne jî para xwe ji zilm û êrîşên AKP'ê digire.
AKP'Ê BI REWŞA AWARTE RE ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD ZÊDE KIR
Faşîzma AKP'ê piştî ku Rewşa Awarte îlan kir li dijî çapemeniya azad zext û tundî zêde kir. Ewil berhema Çapemeniya Azad Rojnameya Ozgur Gundem kir hedefa xwe. Kesên piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê kirin doz li wan vekir û ew girtin. Rojnamevan û nivîskarên wekî Ahmet Nesin, Erol Onderoglu û Şebnem Korur Fincanci yên piştgirî dan Ozgur Gundemê hatin girtin. Di 16'ê Tebaxa 2016'an de bi ser avahiya rojnameyê de girtin û hemû xebatkarên rojnameyê binçav kirin. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsan Inan Kizilkaya, Xwediyê Îmtyazê Kemal Sancili, Endamên Desteya Weşanê Necmiye Alpay û Asli Erdogan hatin girtin. Rojnamevan Murat Çelikhan rastî cezayê girtigehê hat û girtin.
Ji bilî vê yekê jî zext, tundî, binçavkirin û girtina li ser çapemeniya azad berdewam kir. Niha li Tirkiye 180 rojnamevan girtî ne. 40 jivan rojnamevanên kurd in. Piştî îlana Rewşa Awarte zextên li ser çapemeniyê zedetir bûn. Piştî rejîma biryarnameyên di hukmê qanûnan de ket meriyetê bi dehan saziyên Çapemeniya Azad hatin girtin. Yên hatin girtin wiha ne:
Ozgur Gun TV
Wekî Gun Tv di sala 1994'an de li Amedê dest bi weşana herêmi kir. bi navê Ozgur Gun TV, di sala 2014’an de dest bi weşana peykê û navneteweyî kir. Bi tirkî û kurdî weşan kir. Di 23'ê Adara 2004'an de serî li RTUK'ê da, piştî 2 sal şûnde di 23'ê Adara 2006'an de bi destûra wezaretê dest bi bernameya Dergûşa Çandê kir. Di 30'ê Tebaxa 2016'an de hat girtin.
Tv 10
Di 29'ê mijdara 2011'an de dest bi weşana peykê kir. Di 2012'an de ji xeynî zimanê Tirkî bi zimanên din jî weşan kir. Di 29'ê îlona 2016'an de hat girtin.
Van TV
Di sala 2005'an de li Wanê dest bi waşanê kir. Van TV, di 17'ê Çileya 2013'an de dest bi weşana peykê kir. Di 29'ê Îlona 2016'an de hat girtin.
Jiyan TV
Di sala 2014’an de dest bi weşanê kir. Jiyan TV, di 21'ê Adara 2016’an de dest bi weşana zimanê kirmanckî kir. Di 29'e Îlona 2016'an de hat girtin.
Azadi TV
Yek ji televîzyonên neteweyî Azadî TV jî li Amedê weşan dikir. Azadî TV, jî bi kurdî û tirkî weşan dikir.
ÎMC TV
ÎMC TV, di 1'ê Gulana 2011'an Roja Karkeran de bi weşana 12 saetan dest bi weşanê kir. îMC TV, di 26'ê Sibata 2016’an de ji peyka TURKSAT'ê hat derxistin û di Hotbird û internetê de dest bi weşanê kir. Di 29'ê Îlona 2016'an de hat girtin.
Zarok TV
Navenda wê li Amedê bû û di 21'ê Adara 2015'an de dest bi weşanê kir. Yekem televîzyona zarokan a bi kurdî bû. Bi kurmancî û kirmançkî dest bi weşanê kir. Di 29'ê îlonê de hat girtin û li ser bertekan dîsa dest bi weşanê kir û ji sedî 60 sînorê bernameya tirkî dan pêş wê.
Denge TV
Televîzyona muzîka kurdî bû. Ew jî di nava televîzyonên din de hat girtin.
Mezopotamya TV
Televîzyona bi kurdî muzîk diweşand û bernameyê muzîkê çê dikir.
Rengin Radyo
Li Navçeya Qoserê ya Mêrdîn weşan dikir. Bi kurdî, tirkî û erebî weşan dikir. Di 3'ê cotmeha 2016'ê de bi serdegirtina polîsan hat girtin û mohrkirin.
Ses Radyo
Li Mêrsînê 21 salan weşan kir. Bi kurdî, tirkî û erebî weşan dikir. Radyo Ses jî di 29'ê Îlona 2016'an de hat girtin.
Radyo Karacadag
Li Rihayê 13 salin bi kurdî û tirkî weşan dikir.
Ozgur Guneş
Ozgur Guneş li Meletiyê bi kurdî û tirkî weşan dikir. Bêtir weşana muzîkê dikir.
Dunya Radyo
Di salên 1990'an de li Edeneyê dest bi weşanê kir. Bi kurdî tirkî, erebî weşan dikir.
Dogu Radyo
Dogu Radyo, li Wanê weşan dikir. Di 28'ê îlonê de hat rawestandin. Roja din polîsan bi ser de girt û deriyê wê mohr kirin.
Gun Radyo
Gun Radyo jî bi kurdî û tirkî li Amedê weşan dikir. Ji bo bi kurdî weşanê bike 2 salan li benda wezaretê ma. Di 3'ê Adara 2006'an de dest bi weşana kurdî kir.
Di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi biryarnameyên nû ajansên kurdan hatin girtin
– Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA): Di 4'ê Nîsana 2004'an de dest bi weşanê kir. Bi kurdî, tirkî û îngîlîzî weşan kir.
– Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA): Di 8'ê Adara 2012'an de dest bi weşanê kir û bû dengê jinê. JINHA, bi kurdî, tirkî û îngîlîzî weşan dikir. Nûçegîhaniya jinê dikir.
Rojnameya Azadiya Welat:
Rojnameya Azadiya Welat di 26'ê Sibata 1994'an de dest bi weşanê kir. Heta 2006'an weşana heftane kir û piştî 15'ê Tebaxa 2006'an dest bi weşana ronane kir. Di vê pêvajoyê de 3 caran rastî cezayê girtinê hat. Di 16'ê Tebaxê de weşana wê hat rawestandin. Di 29'ê Cotmehê de bi KHK'ê hat girtin.
Weşanên çapemeniyê yên di 24'ê Tebaxa 2017'an de hatin girtin.
Dihaber:
Di 14'ê Mijdara 2016'an de dest bi weşanê kir. Di 24'ê Tebaxa 2017'an de hat girtin. Dihaber daxuyanî da û got: "Di 14'ê Mijdarê de bi hişyariya “Rastî di tariyê de namînin" dest bi weşanê kir. Di tariya 25'ê Tebaxa 2017'an de bi biryarnameya bi hejmara 693'an hat girtin. 9 meh û nîvan di ber xwe da. Di vê pêvajoyê de 15 caran weşana înternetê hat astengkirin. Lê ji rastiyan tawîz neda."
Rojnameya Şûjin
Di kanûna 2016'an de dest bi weşanê kir. Bi hişyariya "Bi nêta şûjina di zimane medya de" dest bi weşanê kir û di 24'ê Tebaxa 2017'an de hat girtin. Rojnameya Şujin di daxuyaniyê de wiha got: "Di 2016'an de bi Nêta Şûjinê ya zimanê medya dest bi weşane kir. Serê sibê ya 25'ê tebaxa 2017'an bi biryarnameya bi hejmara 693'an hat girtin. Di cîhana kesên dibêjin "Wekî jinekê bêdeng bin" de nûçegîhaniya şujinê kir û bû degnê jinan. Me dengê jinan bilind kir. Rojnameya me ji dewletê û medya de sînorê li dora jinê hatiye pêçan şikand û dest bi xweperastinê kir.
Ji ber ku şûjin di rastiya wan rakir îro ji aliyê hêzên serdest ve hat girtin.
Rojeva Medya
Rojnameya Rojeva Medya jî ji aliyê komek rojnamevan ve li Amedê hat vekirin û bi kurdî dest bi weşana rojane kir. Di 11'ê Mijdara 2016'an de dest bi weşanê kir. Bi manşeta “Xezeba Firatê mezin dibe" dest bi weşanê kir.