Xwestin komeleya Kurd a li bajarê Mulhouseyê bişewîtinin

Xwestin komeleya Kurd a li bajarê Mulhouseyê bişewîtinin

Hin kesên ku nasnamê wan ne diyar xwestin komelaya Kurd a li bajarê Mulusa Fransayê bişewîtinin. Malbata ku cîranê komelê bûn xeberê da îtfaiyê û nehişt karesatek rû bide.

Bûyer îro serê sibê seat 04.00'an qewimî. Kesên nenas ku cama komeleyê şikandin û ketin hindur, benzinê rijandin û agir berdan deriyê komelê.

Lê belê malbata cîran ku eslê xwe Ereb e zû xeberê dide îtfaiye û polisan. Piştî demekî kurt îtfaiye tên hawarê û beyî ku mezin bibe agir vedimirînin.

Rayederên komelê diyar kirin malbata ciran pêşiya karesatekî mezin girtiye û gotin ew texmîn dikin ku nijadperestên Tirk vê êrişê pêkanîne. Piştî bûyerê koçberên ji Tirkiyeyê û gelê Kurd li bajêr hatin komelê. Herwiha li komelê civînek hate li dar xistin û agahiyên di derbarê êrîşê de ji gel re hate vegotin.