'Xweseriya Şengalê destketiya hemû gelên Rojhilata Navîn e'

Serokê Damezrîner ê Weqfa Çandê ya Êzidiyan Azad Bariş, têkildarî projeya Xweseriya Şengalê ya hate ragihandin got, "Ji bo Kurdan, kêmneteweyan û baweriyên li Rojhilata Navîn destketiyek e."

Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê, roja 20'ê Tebaxê Projeya Xweseriya Demokratîk a Êzidxanê û Rêgezên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji 23 xalan pêk tên ragihand. 

Serokê Damezrîner ê Weqfa Çandê ya Êzidiyan Civaknas Azad Bariş, Projeya Xweseriya Demokratîk a Êzidxanê nirxand.

Bariş diyar kir ku Êzidî mal û cihwarên xwe yên pîroz neterikandine, lê belê di dema komkujiyê de bi tenê hatine hiştin. Bariş got, li Şengalê 7 gerîlayên HPG'ê li dijî DAIŞ'ê şer kirine û Êzidî xelas kirine û heke ne ji wan bûna belkî hê bêhtir Êzidî jiyana xwe ji dest bidana. Bariş anî ziman ku dîrokeke bêtalih a Êzidiyan heye û projeya xweseriyê ya li Şengalê hate îlankirin jî wiha şîrove kir: "Rengvedana bêderfetiyan e." 

Bariş wiha domand: "Ji bo rawestandina vê komkujiyê, diviya ku Êzidî xwe biparêzin. Bi avakirina yekîneyên xweparastinê, diviya di nav yekîtiya siyasî ya Kurd de serwerê Şengalê bûna. Wekî din wê bi her awayî Êzidî bihatana kuştin. Di dîrokê de cara ewil e ku em dibin xwediyê hêzeke ku xwe diparêzin. Ev proje di nava yekîtiya siyasî ya Kurd de hatiye avakirin û zirara wê nagihîje ti kesî. A rast ev proje rê li ber Kurdistanê vedike. Dijderketina li hemberî vê projeyê beriya her tiştî dijderketina li hemberî Kurdbûnê ye. Dijderketina li xwemaliya xwe ye. Ji ber ku Êzidîtî xwemaliya Kurdbûnê ye. Her ku dîroka Kurd û Kurdistanê ronî bibe, wê Kurd bêyî pirsgirêk yekîtiya xwe peyda bikin. A rast hemû pirsgirêk şerê navbera ronahî û tarîtiyê ye." 

'MAFEKÎ XWEZAYÎ YE' 

Bariş destnîşan kir ku îlankirina projeya xweseriya Şengalê ji bo Kurdistanê ronahiyeke nû ye û wiha got: "Kesên li dijî xweseriyê derdikevin; wê ji aliyê Kurdan, Êzidiyan û mirovahiyê tim û tim bi nebaşî bên bibîranîn. Ji ber ku xweserî û mafê tayînkirina çarenûsa xwe ne şoreş û pêşveçûyînek e. Mafekî xwezayî ye. Bûrjûvazî jî vê yekê di huqûqa xwe de qebûl dike. Yanî ne tiştekî ewqas mezin e. A rast tiştekî ku bi dereng jî ketiye." 

Bariş diyar kir ku bi komkujiyê re têkiliyên berjewendiyî zaf zêde bûne û hesab û kitab li ser vê yeke tên kirin. Bariş wiha anî ziman: "Êrîşên Heşdî Şabiyê tim di rojeva artêşa Iraqê de ne û Erdogan artêşa Tirk bir li Başîkayê li cihê herî pîroz ê Êzidiyan bi cih kir. Ev jî nîşan dide ku hewldanên dagirkirinê tim di rojeva wan de ye. Dijderketina li hemberî van êrîşan parastina Şengalê ye. Qesda min a ji tekane alternatîf û tekane çareseriyê ev bû."

'XWESERÎ DESTKETIYA HEMÛ KÊMENETEWEYAN E' 

Bariş ragihand, ku ku xeta PDK'ê naxwaze kêmenetewe li wir azad û xweser bibin û wiha axivî: "Têkiliya PDK'ê ya bi kêmeneteweyan re wek têkiliya Komara Tirkiyeyê ya bi Kêmenetewan re ye. Ji ber vê naxwaze Êzidî xweser û azad bibin. Dixwaze di bin nîrê wê de bin." Bariş da xuyakirin ku xweseriya ku li Şengalê hatiye îlankirin tenê ne ya Êzidiyan, destketiya hemû kêmenetew û baweriyên li Rojhilata Navîn e û wiha pêde çû: "Ji ber ku Êzidî tevî cîranên xwe yên qedîm Keldanî, Suryanî, Cihû, Ermen, Kakaî û Tirkmenan li heman erdnîgariyê dijîn. Polîtîkbûyîna Êzidiyan di heman demê de polîtîkbûyîn û azadibûna komên din e jî. Ji ber ku ev yek karê serdestan ditengijîne, li dijî wê derdikevin." 

'WÊ DEWAMIYA WÊ BÊ'

Bariş bal kişand ser 23 xalên ku hatin xwendin û di van xalan de herî kêm 40 ji sedî kotaya jinan û 15 ji sedî kotaya ciwanan û ev tişt gotin: "Her çiqas di nav Êzîditiyê de mantiq nêrza be jî, di warê sosyolojik de piştî temenekî şûnde di nav civakê de cihê jinê diguhere û hîn bêtir diyarker dibe. Yanî tenê bav ne qanûnçêker e. Dayik jî qanûnçêker e. Rolekî jinê heye." Bariş diyar kir ku civaka Êzidiyan civakeke homojen e û dema li cihekî biryarek bê dayîn dê ev biryar wek xelekekê sîrayetî aliyê din jî bike. 

Bariş anî ziman, ku ew ne bawer e Êzidiyên ji ber komkujiyê koçber bûne vegerin Şengalê û wiha domand: "Çimkî, destekeke navneteweyî û kelijandina yekîtiya siyasî ya nav Kurdan divê. Yekane rêya vê jî yekîtîya netewî ye. Yê ku li dijî vê yekê dertê, dijminahiya hemû qewmê xwe dike. Yanî pêdivî bi têkiliyên navneteweyî, hevsengiya aborî û nasîna statuya Şengalê heye."

Bariş bal kişand ser referandûma ku wê di 25'ê Îlonê de li Kurdistana Federe bê çêkirin û got: "Diviya di vê referandûmê de serî li rizaya Êzidî, Kakaî, Asûrî, hemû derdorên Xirîstiyan, Ermen, Tirkmen, Ereb û hwd. bihatana dayîn. Hûn dikarin rabin û qiraliyetekê ava bikin. Lê wê roj were û wê ew qesr bi ser serê we de birûxin."

'BERSIVA HERÎ BAŞ XWESERÎ YE' 

Bariş got ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî bi vê referandûmê dixwaze qiraliyeta malbata xwe ava bike. Bariş diyar kir ku ew wisa difikire ku ev referandûm siyasî ye û wiha anî ziman: "Du sedemên vê hene. Ya yekemîn; rêgirtina li ber Rojava ye. Di ser Rojavayê de fetisandina Şengalê. Ya duyemîn jî; zêdekirina dewlemendiya xwe ya heyî ye. Dixwaze xwe bi cîhan û Amerîkayê bide pesendkirin ku ew aktorekî navnetewî ye. Lê tişta ku ew hay jê tune ne ev e; li cîhanê hin nirxên afiraniyî yên ku rojavayê afirandine hene. Yên ku tekabulî van nirxan dike gelên Rojavayê ne, Ereb, Kurd, Asûrî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Li Rojavayê gel dîrokeke nû dinivîsin û Kurd aktorê sereke yê vê dîrokê ne." Bariş wiha got: "Bersiva herî rast a Êzidiyan xweseriya Şengalê ye."

Herî dawî Bariş bang li rêveberiyên Bexda û Kurdistana Federe kir û got: "Divê vê xweseriyê wek hêviyeke nû bibînin. Divê piştevaniya vê jiyana nû bikin û xwedî lê derkevin."