'Xwerêveberî mafê herî rewa ye, navnîşana yekane ya aştiyê Ocalan e'
DEM-KURD û hêzên çep û demokratîk ên li Swîsreyê dijîn diyar kirin ku xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin, mafê herî rewa yê Kurdan e û destnîşan kirin, yekane navnîşana aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
VIYAN KARAHAN
BASEL / ANF
în, 20 sermawezê 2015, 11:39
DEM-KURD û hêzên çep û demokratîk ên li Swîsreyê dijîn diyar kirin ku xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin, mafê herî rewa yê Kurdan e û destnîşan kirin, yekane navnîşana aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
DEMÎR: XWERÊVEBERÎ MAFÊ HERÎ REWA YÊ GELÊ KURD E
Ji Navenda Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (DEM-KURD) Mûstafa Demîr, diyar kir ku xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine ragihandin, mafê herî rewa yê gelê Kurd e. Demîr diyar kir ku divê êrîşên li hemberî îlana xwerêveberiyan ji aliyê kronolojîk ve bên nirxandin û got, "Piştî serketina 7'ê Hezîranê û Rojava, dewletê li bajar û navçeyên Kurdistanê li dijî îlanên xwerêveberiyê dest bi şîdet û rijandina xwînê kir."
Demîr da zanîn ku îlanên xwerêveberiyê şêweya rêveberiyê demokratîk a herî xweş li rastiya Kurdistan û Tirkiyeyê tê û anî ziman ku ev yek mafê bingehîn û rewa yê gelê Kurd e.
'YEKANE NAVNÎŞANA AŞTIYÊ OCALAN E'
Demîr di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Di demeke ku gelê Kurd li Rojava û Şengalê destketî bi dest xist, li Bakurê Kurdistanê xwerêveberî ragihand û gelê Kurdistanê li hemberî paşverûtiya AKP û barbariya DAIŞ'ê berxwedaneke topyekûn nîşan da de, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şidandin û di şexsê Ocalan de li hemberî gelê Kurd tecrîd tê meşandin." Demîr diyar kir ku ji bo pêkantina aştiyê, divê tecrîd bê rakirin û got, "Yekane navnîşana aştiyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."
SEVÎM: XWERÊVEBERÎ JI BO GELÊ KURD REWŞEKE NEBE NABE
Hevseroka Federasyona Karkerên Koçber li Swîsreyê Gulderen Sevîm jî diyar kir ku dewleta Tirk, ji bilî xwerêveberiyê ti alternatîf ji Kurdan re nehiştiye û got, "Xwerêveberî ji bo gelê Kurd rewşeke nebe nabe, ye."
Sevîm da zanîn ku xwerêveberiyên bi hêza gelê Kurd li hemberî zext û zilma dewleta Tirk hat afirandin, girîng e di van rojan de li her derê bên ragihandin û got, "Vê dewletê neçar hişt ku dayik bi miriyên zarokên xwe re razên. Gelê Kurd jî li hemberî van polîtîkayên tinekirin û zextê, alternatîfeke demokratîk bi cih anî."
Sevîm ev bang li hemû gelan û raya giştî ya demokratîk şoreşger kir: "Ji bo sekinandina komkujiyên li Farqîn, Nisêbîn, Cizîr û gelek cihên Kurdistanê, divê hemû gelên demokrat şoreşger rabin ser piyan, bêdeng nemînin û komkujiyan bisekinînin."
ERKAPALCI: OCALAN JI BO AŞTIYÊ AKTORÊ HERÎ GIRÎNG E
Ji nûnerên Platforma Yekîtiya Têkoşînê Ferhat Erkapalci diyar kir ku ew jib o hemû gelan mafê diyarkirina çarenûsa xwe dixwazin û destnîşan kir ku ew bi dewleteke faşîst re rû bi rû ne. Erkapalci ragihand ku mafê herî xwezayî ye ku bi ziman û mafên xwe re herêmên xwe ava bike.
Erkapalci ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê aktorê herî girîng e û got, "Pêkanîna tecrîdê ya li ser Ocalan, destpêk û dewama zexta li hemberî gelê Kurd e. Yên têdikoşin, wê bi ser bikevin. Bang li hemû gelê me yê şoreşger welatparêz dikim ku dakevin meydanan, meydanan bikin qada têkoşînê û ji bo şoreşê rabin serhildanê."
SEVÎM: ARMANCA BINGEHÎN A KOMKUJIYAN, VEŞARTINA ASTA DÎKTATORÎ Û FAŞÎZMÊ YE
Ji nûnerên Platforma Dengê Girtiyan Hasan Sevîm, lenet li komkujiyên li hemberî gelê Kurd hatine kirin û tê kirin anî û got, "Armanca bingehîna komkujiyan çewisandina Tevgera Azadiyê ya Kurd, kûrkirina şerê di navbera gelan de û veşartina dizîtî, dîktatorî û faşîzmê ye." Sevîm ragihand ku gelê Kurd wê hesabê komkujiyên li Nisêbîn, Farqîn û hemû herêmên rewşa awarte lê hatin ragihandin bipirse û got, "Di vî warî de gelê me serî netewand, wê serî netewîne."
Sevîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelekî girîng e zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên rakirin û bi Tevgera Neteweyî ya Kurd re diyalog were danîn.