Xwepêşandanên li Iraqê ji nû ve dest pê kirin
Piştî xwepêşandanên destpêka meha Cotmehê yên li Iraqê ku 157 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Bexda û gelek bajarên Şîa ji nû ve xwepêşandanan dest pê kirin.
Piştî xwepêşandanên destpêka meha Cotmehê yên li Iraqê ku 157 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Bexda û gelek bajarên Şîa ji nû ve xwepêşandanan dest pê kirin.
Li paytext Bexdayê û bajarên Nasiriye û Missan ên li başûrê Iraqê, çalakiyên ji bo şermezarkirina hikumetê Pêncşemê ji nû ve dest pê kirin. Li gorî çavkaniyên xwecihî di dema xwepêşandanan de hin kes mirine û birîndar bûne.
Serokwezîr Adil Abdulmehdî Pêncşemê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku mirov dikarin xwepêşandanan bikin, lê belê wê tundiyê qebûl nekin.
Serokwezîr got, îstifakirina hikumetekê bêyî alternatîfeke xwe ya destûra bingehînî wê welêt bixe nava kaosê.
Serkêşê hikumetê Abdulmehdî ku beriya salekê bû desthilatdar, ji êvara Pêncşemê û pê ve hêzên ewlekariyê hemû xiste nava alarmê.
Lîderê Şîa Muqteda Sadr jî li hemberî hêzên ewlekariyê xwe ber bi aliyê gel ve bir. Yek ji rêveberên Şîa Serokê El Hikme Amr Hekîm jî piştevaniya çalakgeran kir.
Tevgera gel karên nelirê yên rêveberên Iraqê şermezar dikin û daxwaza kar dikin. Çalakgeran bi bîr xistin ku Iraq welatekî dewlemendê petrolê ye, lê belê peydakirina elektrîk û ava paqij veguheriye pirsgirêkeke kronîk.
Di destpêka meha Cotmehê de li Bexda û bajarên Şîa yên li herêma başûr Necef, Kerbela, Nasiriye, Basra, Mîssanê li dijî hikumetê çalakî hatibûn kirin û heta 8'ê Cotmehê dom kiribûn.
Di çalakiyan de li gorî bîlançoya fermî 157 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Çalakger ji hikumetê dixwazin ku sê mehan mûçeyan bidin kesên bêkar, deynê cotkaran taloq bike, pirsgirêka xizmetê bên çareserkirin û hikumetê jî di vê mijarê de soz da çalakgeran.
Çalakgeran diyar kirin ku ew ji 9'ê Cotmehê heta 25'ê Cotmehê demê didin hikumetê ku van biryarên xwe pêk bîne.
Çalakger îro sibehê li Bexda û bajarên Şîa yên li başûrê Iraqê careke din daketin qadan.
Li paytext Bexdayê dema ku çalakgeran xwestin ber bi Herêma Kesk ve bimeşin hêzên ewlekariyê li wan reşandin.
Li gorî komîsyona mafên mirovan a hikumetê du kesan jiyana xwe ji dest dan.