Xwendekarên Danîmarkî li ser nêrînên Ocalan axivîn
Li Zanîngeha Roskîlde ya Danîmarkayê, 'Konfederalîzma Demokratîk' hat nîqaşkirin û nêrînên Ocalan hatin nirxandin.
Li Zanîngeha Roskîlde ya Danîmarkayê, 'Konfederalîzma Demokratîk' hat nîqaşkirin û nêrînên Ocalan hatin nirxandin.
Komîteya Rojava ku ji aktîvîstên sosyalîst pêk tê, li Zanîngeha Roskîlde ya Danîmarkayê semînerek li ser 'Konfederalîzma Demokratîk' lidar xist. Nivîskar Mîchael Knapp weke qiseker beşdarî semînera duh bû.
Di semînerê de ku gelek xwendekar lê amade bûn, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alternatîfên li dijî feraseta netewe dewletê hatin nirxandin.
Ji xwendekarên beşdarî semînerê bûn Naîla Bozo jî, li ser serdana xwe ya li Rojava agahî da. Bozo a li Tipê dixwîne, li Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li Qamişloyê 2 hefteyan staj kir û di vê der barê de pêşkêşiyek kir.
Komîteya Rojava wê roja 15'ê Îlonê li Zanîngeha Kopenhagenê semînerek li ser mijara 'Jineolojî'yê pêk bîne.