Xwendekaran nobeda li ser sînor dewir girtin

Xwendekaran nobeda li ser sînor dewir girtin

Çalakiya nobedê ya li gundên Mehser û Miseynter ên Pirsûsê, bi beşdariyên nû dewam dike. Bi sedan xwendekarên li zanîngehên Êlih, Çûkûrova û Çewlikê dixwînin, bi gotina "Xwedîderketina li Kobanê wijdanî ye" nobeda li ser sînor dewir girtin.

Berxwedana li Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê roja 84. li dû xwe hişt. Nobeda gel a xwedîderketina li berxwedanê jî, li ser sînor bi biryardariyeke mezin dewam dike. Bi sedan xwedenarên ji zanîngehên Êlih, Çewlik û Çûkûrovayê, tevlî çalakiya nobedê ya li gundê Mehserê bûn. Xwendekaran bang li her kesên hestyar kirin ku sînor vala nehêlin û xwedî li berxwedana Kobanê derkevin.

'DIVÊ HER KES WERE Û VÊ BERXWEDANÊ BIBÎNE'

Xwendekara Zanîngeha Çûkûrovayê Muzeyyen Onar da xuyakirin, ku wan komeke ji du kesî re nobeda du rojan dewir girtine û got, "Berî em werin vê derê me dixwend, temaşe dikir û lê guhdarî dikir. Lê dîtina bi awayekî zindî gelekî cuda ye. Di serî de xwendekarên zanîngehan her kesên dixwazin di nava têkoşînê de cih bigirin, divê werin vê derê û vê atfosfera em li vir dijîn bibînin."

Xwendekarê heman zanîngehê Fahrî Kiliç jî diyar kir ku armanca hatina wan a li ser sînor, valanekirina sînor e û got, "Divê hemû hevalên me yên li zanîngehan dixwînin heman nêzîkatiyê nîşan bidin. Em ciwan divê di bin sîwanekê de bicivin, dengê xwe li dijî neheqiyan bilind bikin. Ez berxwedana dîrokî ya şervanên YPG/YPJ'ê pîroz dikim, bawerim ku ew ê bi ser bikevin. Bi taybetî divê haya xwendekarên zanîngehê ji vê hebe. Ancax bi vî rengî em dikarin xwe bigihêjînin encamekê."

'BANG LI TEVAHIYA XWENDEKARÊN ZANÎNGEHAN DIKIM KU DESTEKÊ BIDIN'

Xwendekarê Zanîngeha Çewlikê Abdûllah Çîftyurek jî anî ziman ku ji bo ew bi çavê xwe bibîne ku kêm be jî tevlî berxwedanê bibe hatiye û got, "Xwedîderketina li Kobanê mijareke wijdanî ye. Divê hemû xwendekarên zanîngehê bên vê derê bibînin, ji bo demeke kurt be jî tevlî berxwedanê bibin. Ji bo pûçkirina êrîşên çeteyên kujer, em bang lit evahiya gelên cîhanê dikin ku xwedî li berxwedanê derkeve."

'LI DIJÎ LÎSTIKÊN QIRÊJ EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU LI BER XWE BIDIN'

Ji Zanîngeha Êlihê Serdar Guzel da zanîn ku ew li dijî şerê li Kobanê û lîstikên qirêj ên li hemberî gelê Kurd tên lîstin tevlî berxwedanê bûye û got, "Bang li her kesî dikim ku bê vê derê û dengê xwe bigihe hêzên YPG/YPJ'ê. Bang li tevahiya hevalên xwe yên zanîngehê û ciwanên welatparêz dikim, ku li dijî van lîstikên qirêj bêdeng nemînin."