Xwendekar dê 48 demjimêran ji ODTU’yê dernekevin

Xwendekar dê 48 demjimêran ji ODTU’yê dernekevin

Hefteya borî piştî protesto û binçavkirinê li ODTU’yê duh xwendekaran dest bi çalakiya 48 demjimêran ya mayîna li dibistanê kir.

Xwendekarên ODTU’ê li dijî êrîşa polîsan ya hefteya borî û belavokên hinek zanîngeha belavkirine dest bi çalakiya dagirkirinê kirin.

Xwendekarên ku li ber Avahiya Amadekariyê ya ODTU’yê kombûn, piştî ku heta amfiya U3’ê meşiyan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Xwendekar, endamên hîndekariyê û mezûn dê 48 demjimêran li amfiya U3’ê bimînin, di ketina wê de pankarta “ODTU li ser lingane, li dijî AKP’ê li ber xwe dide” daliqandin. Dê li amfiyê du rojan panel, pêşandanên film, atolye û xebatên weke wan bêne pêkanîn.

Hefteya borî li Kampusa ODTU’yê merasima peyka Gokturk 2 ku li Çînê hate firandin hatibû pêkanîn, beriya merasimê Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ji aliyê xwendekaran ve hatibû protesto kirin û polîsan jî bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî xwendekaran kiribû.

Piştî êrîşan Erdogan li pey hev daxuyaniyên ku xwendekar û endamên hîndekariyê hedef digirin kiribûn.