Xizmên windayan li gelek navendan li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên windayan li gelek navendan li aqûbeta windayan pirsîn

ÎHD'ê û xizmên windayan li gelek navendan careke din derketin qadan û aqubeta kesên di binçavan de hatin windakirin û di bûyerên kiryar nediyar de hatin qetilkirin pirsîn. Xizmên windayan di çalakiya xwe ya Amedê de bang li hikûmetê kir ku berpirsiyariya xwe ya pêvajoya diyalog û çareseriyê bi cih bîn e.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan weke her hefte disa çalakiya xwe li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Ligel rêveberên ÎHD û xizmên windayan Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de ewil Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku 304 hefteye ji bo aqubeta windayan bipirsin tên cem hev. Bîlîcî anî ziman ku heya komkujiyên li Kurdistanê pêk hatin neyên ronîkirin û kiryarên wê neyên darizandin li Kurdistanê û Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde pêknayê û wiha bang li hikûmeta AKP'ê kir: "Dibêjin 'vê pirsgirêkê çareser bikin' Heya bi komkujî û pêkanînên dijmirovahî yên di salên 90'an de li Kurdistanê pêk hatin neyê çareserkirin û bi wan rû bi rûn nebin aştî çênabe. Heke AKP bixweze ji pêvajoyê re xizmetê bike divê vê yekê di rojava xwe de bigire. AKP heya niha bi ser tu komkujiyên li Kurdistanê pêk hatin de neçûye. Weke kiryarên komkujiya Roboskiyê ev sê salin nayên nayên dîtin û darizandin."

Endamê Komîsyona Cînayetên Kiryar Nediyar û Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun çîroka Ahmet Şen êk u di sala 1994'an de li navçeya Basa ya Şirnexê hate windakirin parve kir.

Zeytun diyar kir ku bi Ahmet Şen M.K. û G.K. ji aliyê cerdevan û du leşkeran ve li mizgefta gundê Bulmularê girtin û birin Qereqola Bulmuşlarê û careke din tu agahî jê nehatin girtin û wiha got: "M.K. û G.K. çend roj şunda serbest hatin berdan. Li gorî agahiyên malbatê ji M.K. girtin Şen birin Qereqola Bulmuşlarê. Piştî kesên din serbest hatin berdan ew ji Amedê xwestin. Bavê wî Mehmet Emîn Şen di sala 2009'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê da û lêpirsîna hêj didome."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan wek her hefteyê bi slogana “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 304’emîn de li ber Parqa Ataturkê çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê de Serokê berê yê Giştî yê ÎHD’ê Husnu Ondul, akademîsyen Ahmet Murat Aytaç, Kordînatora Giştî ya Hevkariya Platfroma Mafê Mirovan Feray Salman, rêveberên ÎHD, xizmên windeyan, rêveberên Baroya Êlihê, MAZLUM-DER, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Odeya Tabîbên Êlihê, nûnerên gelek saziyên civakî û gelek welatî amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan li erdê hatin danîn û hildan, lê balkêş jî ew bû ku dayikên dilşewat bi wêneyên zarokên xwe yên winda hildabûn.

Di çalakiyê de ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku kesên hatine windakirin û ku niha kêlikek gora wan jî nîne bên histiyan wan bên dîtin û got ku heta aqubeta windayan diyar nebe û faîl neyên dîtin dê di pêşerojê de jî kes nikaribe behsa ewlekariya mirovan bike.

Piştî Bagatir, rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Hulya Ozevîn jî daxuyanî xwend û diyar kir ku xwendekar Şerzan Kurt ê ku li Muglayê hate qetilkirin doza wî hatiye taloqkirin û got ku li gel vê agahiya ne xweş agahiya xweş jî ew bûye ku girtiyê astengdar Salîh Şîmşek ê ku piştî 21 meh gihîştiye azadiya xwe bûye. Ozevîn, destnîşan kir ku welatiyên ji ber şertên şer koçber bûne li kampan bi xizanî û hewa sar re têkoşîna jiyanê didin û got ku welatiyên ji Şengal ûKobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya teror koçber bûne jî niha li vir in û ku wek mexdurên şer tên nasîn li gel hemû polîtîkayên pênaberiyê li ser wan tên meşandin jî têkoşîna jiyanê didin.

Ozevîn, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser trajediya windayan û got ku dê ji bo pirsîna aqûbeta windayan da ku faîl bên dîtin daxwazên xwe bidomînin.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan pêk hat.

GEVER

Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê yên Geverê jî bi heman armancê li Kolanê Hunerê hatin cem hev û çalakiya xwe ya hefteyî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îbîlîr ên di 6'ê kanûna 2013'an de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Malbata Îşbîlîr, malbata Bêmal Tokçu, HDP, DBP, Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê, rêveberên Baroya Colemêrgê, hevşaredar û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Piştî rêzgirtinê Nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Muhyettîn Unal axivî û diyar kir ku qatilên Îşbîlîr û Tokçu dewlet e.

Birayê Mehmet Reşît Îşbîlîr Îhsan Îşbîlîr jî wiha got: "Bi salane li Geverê dewlet kesên sivîl qetil dike. Daxuyaniyên 'Hêzên tarî ne' derew in. Berpirsiyarê van mirinan dewlet bi xwe ye."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.

RIHA

Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê û xizmên windayan jî bi heman armancê li ber Kargeha Ahmet Bahçivan hatin cem hev û çalakiya xwe ya hefteyî li dar xistin. Rêveberên DBP’ê jî piştgirî dan çalakiyê û di çalakiyê de aqubeta Huseyîn Taşkaya ê ku navê wî di lîsteya karsazên kurd a ji aliyê Serokwezîr Tansu Çîller ve di salên 1992-97'an de qetil kirin de hebû pirsîn. Taşkaya di 3'yê kanûna 1993'an de hate binçavkirin û careke din tu agahî ji nehatin girtin.

Hevserokê Şaxa ÎHD'ê yê Rihayê Atîlla Yazar daxuyanî xwend û diyar kir ku di salên 1992-97'an de cînayetên kiryar nediyar divê bên ronî kirin û wiha got: "Di çarçoveya lêgerîna dadê der her tim agahiyên di destê me de me bi dadê re parve kirin. Lê heya niha tu tişt nehatin kirin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

CIZÎRÊ

Dayikên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya hefteyî de çîroka Tevfîk û Abdulvahap Tîmurtaş ên di navbera du salan de yekê bi îşkenceyê hate qetilkirin û yek jî hate windakirin bi bîrxistin û xwestin kiryar hesabê bidin.

Dayikên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya hefteyî ya bi armanca aqûbeta kesên hatin windakirin bipirsin li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Rêveberên DBP û HDP'ê, MEYA-DER û Dayîkên Aştiyê jî tevlî çalakiyê bûn. Dayîkên Şemiyê her hefte çîroka kesekî winda vedibêjin û di çalakiya vê hefteyê de çîroka Tevfîk Tîmurtaş ê bavê 6 zarokan û di sala 1991'an de hate binçavkirin û bi îşkenceyê hate qetilkirin û du sal piştî vê bûyerê birayê wî Abdulvahap Tîmurtaş ji aliyê endamên JÎTEM'ê ve hate revandin û windakirin hate vegotin.

Birayê Tevfîk û Abdulvahap Tîmurtaş, Abîde Tîmurtaş çîroka birayên xwe vegot û diyar kir ku ji ber birayê wî Tevfîk nexweş bû li mala wan a Cizîrê dima û rojekê endamên JÎTEM'ê bi ser malê de girtin û jê re gotin, "Karê me bi te heye" û ew birin. Tîmurtaş anî ziman ku piştî zanîn birayê wî birine Tugaya Cendirmeyan a Şirnexê çûn wir û pirsa wî kirin lê ji wan re gotin, "Kesekî wisa nedîtine" Tîmurtaş da zanîn ku çend roj şunda, piştî gotin wan werin birayê wan Tevfîk di destê wan de ye bavê û birayê wî Vahap çûn Şirnexê û bi cenazeyê birayê wî vegeriyan û wiha got: "Ez bang li rayedaran dikim ku kesên birayê min ê nexweş di nava doşekê de birin û qetilkirin bên darizandin dikim. Zarokên birayê min ê bi îşkenceyê hat qetilkirin yetîm man. Mafê we yê vê yêkê bike tuneye. Ji bo dad pêk bê heya dawiyê dê li qadan be."

Abîd Tîmurtaş da zanîn ku birayê wî yê din Abdulvahap jî du sal şunda ji aliyê endamên JÎTEM'ê ve bi zorê revandin û careke din wan tu agahî ji wî negirtin û wiha axivî: "Hestiyên me bidin me."

Hevserokê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Mela Kasim Yîgît jî xwest ku ev qêrîn bêbihîstin.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.